Pispor: Rêbaza herî girîng a xweparastina ji vîrusê, parastina kesayetî ye

Dr. Abdulxenî Suleyman diyar kir ku bergiriyên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşîlêgirtina berbelavbûna vîrusa Koronayê li herêmê digire, yên giştî ne û divê werin pêkanîn û piştrast kir ku parastina kesayetî ji girîngirîn bergiriyan e.

Pisporê nexweşên sîng Dr. Abdulxenî Suleyman bali kişand ser parastina kesayetî û wiha got: "Parastina kesayetî ji girîngtirîn bergiriyan e, mîna şûştina destan bi av û sabûnê bi dema 20 saniyeyan dem bi dem, çêkirina xwarinê bi taybet goşt û hêkan bi awayekî baş, dûrxistina ji kesên biguman, dûrketina ji cihên zemhet."

Desteya Tenduristî û Şandeya Aloziyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bergiriyên pêşîlêgirtina berbelavbûna vîrusa Koronayê li herêm pêk tînin, her wiha gelek biryarên parastinê mîna taloqkirina dewama dibistan, zanîngeh, rawestandina kombûn, girtina qehwexane û kluban û dezenfektekirina sazî û cihên giştî girtin.

Suleyman piştrast kir ku pêwîst e kesên bi sermayê ketine serdana bijîşkan bikin û rewşa xwe paşguh nekin.

Li aliyekî din jî  aliyên pêwendîdar ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebata pêşîlêgirtina vîrusa Koronayê wek belavkirina belavokên danasîn û hemleyên dezenfektekirinê li sazî û cihên giştî pêk tînin.

Silava Îbrahîm ji şêniyên bajarê Qamişlo ye û wiha da zanîn: "Divê em biryar û bergiriyên baldariyê yên Rêveberiya Xweser ragihandine, pêk bînin, mîna danîna maskan û lepikan, paqijkirina destan û baldariya ji berbelavbûna vîrusê li herêmên me."

(fr)

ANHA


Mijarên Din