Pisporekî avê yê iraqî: Dewleta Tirk Bendava El-Cezîra ya kujer ava dike

Pisporekî avê û çandiniyê yê iraqî li ser avakirina Bendava El-Cezîra ji aliyê dewleta Tirk ve, hişyarî da û got dê çemê Dîcleyê ziwa bike. Her wiha çolbûna ji sedî 15 ji xaka Iraqê wekî karesateke jîngehê destnîşan kir.

Pisporê avê û çandiniyê Adil Muxtar ji ajansa Melûma ya Iraqê re got: “Tirkiyê biryar da ku Bendeva El-Cezira ya kujer ava bike ku ji 2017`an de hişyarî li ser avakirina wê tên kirin. Bendava nû dê di navbera Bendava Ilisu û sînorên Iraqê de be ku dê avê ji Bendava Ilisu bikişîne û ji bo çandina erdê bi kar bîne.”

Adil Muxtar wiha dewam kir: “Avakirina vê bendavê dê ava Dîcleyê bikuje û dê nehêle av bigihêje xaka Iraqê. Ji sedî 15 ji rûpîvana welat bûye çolistan, bi vê yekê dê karesateke jîngehê rû bide.”

Pisporê avê destnîşan kir ku sala borî plana çandiniyê bi qasî milyon û nîv donim hat kêmkirin, pê re erdên bûne çolistan jî zêde bûne. Her wiha plana zivistana bê ku dê nêzîk de were eşkerekirin, dê bi qasî milyon û nîv donimî bê kêmkirin.

Muxtar ev pirs kir: “Eger di zivistana bê de hişkesalî hebe, gelo dê plana çandiniyê bi dawî bibe û rêjeyeke mezintir ji erdê bibe çolistan? Bi wê re dê çandinî bi paş bikeve, ajal telef bibin, şînkahî kêm bibe, ji gundan koçberî bo bajaran çêbe, nexweşî belav bibin û qirêjî bigihêje rêjeyeke bilind.”

Demekê berê Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî dabû ku rêjeya ava çemên Dîcle û Firatê dê ji sedî 73 kêm bibe.


Mijarên Din