Pisporek bandora şewatan li ser zeviyan şîrove dike

Pisporê karûbarên hawîrdorê Mistefa Şêxmûs diyar kir ku di encama şewata zeviyên çandinî de kurmik û baktîrya azotê mirin ku herdu madeyên girîng ji bo axê ne.

Li herêmê îsal baran bi giranî bariye, ew jî ji bo cotkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû hêviyek mezin ku dê îsal ji wan re bibe sala xêr û bereketê. Baran piştî zûhabûnê barî û zeviyên zêrîn ji genim û cej hilberandin.

Lê bi destpêkirina mewsima çinînê re şewat li herêmê bi awayekî zêde belav bûn. Piraniya şewatan bi zanabûn bû û ji hêla aliyên ku hewl didin ewlehiya herêmê tev li hev bikin rû didan. Bi şewatan re xewnên cotkaran jî şewitîn. Şewitandina zeviyên gelek bandorên neyinî li ser aborî û hawirdora herêmê kir.

Di encama wan şewatan de madeya bingehîn a di tebeqeya jorîn de ya ku bi navê tebeqeya çandiniyê tê naskirin dimire. Tevî wê jî ax madeya ku piştî hiştina bermahiyan li ser erdê çêdibe, winda dike. Ev hemû dibe sedema hilweşîna binesaziya axê û zeîfbûna wê.

Di şewatan de oksîjen dişewite û miqdara gazên bi zirar zêde dibe.

Ji bo naskirina zirarên şewatan ajansa me hevdîtinek bi pisporê karûbarên hawîrdorê endizyar  Mistefa Şêxmûs re çêkir. Şêxmûs diyar kir ku şewatên li rûberên berfireh ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derketine bi awayekî mezin bandor li hawîrdorê kir û got: "Di encamê de miqdara gazên bi zirar zêde bû. jê gaza kerbondîoksîd e."

Şêxmûs bal kişand ku ji ber wan şewatan pileya germahiyê bilind dibe. Ev jî zirar dighîne tebeqeya ozone ku atmosfera hawayê diparêze.

Şêxmûs destnîşan kir ku di encama wan şewatan de hejmarek mezin ji kurmik û baktîriyên azotî ku azotê di nav axê de bi cih dikin, mirin. Ev made ji bo berhemdariya axê pêwîst e, bermahiyên hilberînan dihelîne û vedugiherîne elementên baş. Ev element rolek di xurtkirin û başkirina axê dilîze. Ev cure baktîriye ji cureyên baş e û bermahiyên hilberînan vediguherîne silîloz, nîşaste, hesin, baqil û fisfor.

Di nav gotinên xwe de Şêxmûs destnîşan kir ku ji bo parastina axê ji mîna van ziraran û dabînkirina kalîtebûna axê di demên pêş de, divê cotkar hilberînên xwe biparêzin û neşewitînin da ku karibin carek din biçînin.

Çeteyên DAIŞ`ê şewatên ku li herêmên rû dane girtin ser xwe. Hêzên Ewlehiya Hundirîn kesên ku destên wan di şewatan de hene girtin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din