Pisporekî Rûs: Şerê Qerebaxê bi destê dewleta Tirk û îstixbarata Brîtanyayê li dijî Rûsya û Îranê ye

Rêveberê Peymangeha Yekitiya Aboriyê ya Ewropa-Asyayê daxuyand ku şerê li Qerebaxê li dijî Rûsya û Îranê ye û got şer ji aliyê dewleta Tirk û îstixbarata Brîtanyayê ve hate destpêkirin.

Rêveberê Peymangeha Yekitiya Aboriyê ya Ewropa-Asyayê Vladimir Lebekin wiha got: “Bi nêrîna min, dewleta Tirk û îstixbarata Brîtanyayê şerê li Qerebaxê da destpêkirin. Ev operasyon li dijî Rûsya û Îranê ye.”

Lebekin ji rojnameya ‘EuroAsia Daily’ re wiha eşkere kir: “Moskovê çalakiyên xwe di berê şaş de pêk anîn anku “lihevanîna aliyên şer”. Ew ne xwediyên vî şerî ne, ew amûrên şer in. Ji lew re, ew ji bo çareseriyê ne amade ne.”

Lebekin wiha lê zêde kir: “Divê em tiştan bi navê wan ên rast bi nav bikin. Tirkiye li herêmeke xwedî stratejiyeke mezin ji bo me, şer li dijî Rûsyayê ragihand. Bi destên Azerbêcanê û terorîstên Ereb dest bi şer kir. Lê xuya ye ku Rûsya van rastiyan paşguh dike.”

Lebekin daxuyand ku divê fermandariya Rûsyayê sînorekî ji çavnebariyên Tirkiyê yên ber bi hegemonyaya li başûrê Qafqasyayê re, deyne. Her wiha tekez kir ku Rûsya naxwaze “Osmanî” li Gurcistan, Abxazya, bakurê Qafkasyayê, welatên Asyaya Navîn û herêma Volgayê belav bibin.

Ji 27`ê Îlona borî ve di navbera Ermenistan û Azerbêcanê de, şer rû dide. Dewleta Tirk hewl dide şerê li herêmê gur bike û ji bo wê yekê bi sedan çeteyên xwe ji bo şerê li kêleka hêzên Azerbêcanê şandin Qerebaxê.

(cx)


Mijarên Din