Pisporên ewropî:‎‏ ‏Sirte hedefa Erdogan a ne pêkan e

Pisporên Lîbyayê yên ewropî got dewleta Tirk ji bo şerê bidawîkirina Lîbyayê li gorî xwe tu derfetan nagire, her wiha Fransa li aliyê rast e û YE banga piştevaniya artêşa nîştimanî li welat dike ku bi petrolê dewlemend e. ‎

Tirkiyê şandina çete û çekan ji Terablusê re berdewam dike ku êrişî bajarê Sirteyê yê stratejîk bike ku ji bo artêşa Lîbyayê û Misirê xeta sor e.

Rojnameya Tages Zeitung a almanî ragihand ku balafirên veguhastinê yên Tirkiyê hê jî rojane cebilxane, çek û pisporan dişîne rojavayê Lîbyayê.

Li gorî rojnameyê, di vê dawiyê de Tirkiyê çekdarên ji koma Îxwan ji Yemenê şandin Lîbyayê. Ew jî piştî 15 hezar çeteyên sûrî ku di demên berê de şandibûn, pêk hat ku amadekariya êrişa li dijî Sirteyê dike.


Mijarên Din