Pisporên NY`yê:DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyê hewldana zindîbûnê dikin

Associated raporeke pisporên Netewên Yekbûyî (NY) weşand û got ragihand ku rêveberên DAIŞ`ê yekîtiya xwe û amadekariyên xwe dikin da ku xwe jinûve li baregehên xwe yên Iraq û Sûriyê de zindî bikin.

Komîteya pisporan di vê hefteyê de bi raporekê ji Meclisa Ewlehiyê re gotin, li Iraqê proser zêdetir li pêş e, serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî û hemû berpirsên piştî hilweşandina "Xîlafetê" li wir bi cih dibin.

Di heman demê de, li Sûriyê di Adarê de baregeha dawîn a DAIŞ`ê hate hilweşandin, niha jî DAIŞ`yên veşaritî tên belavkirin û li ser asta parêzgehan şaneyên razayî tên çêkirin, ev jî wekî ku raporê diyar kiriye, nîşana rewşa Iraqê ya 2017`an e.

Têkildarî El-Qayîdê komîteyê wiha got:"Koma tundrew tevî ku gefên wê yên cîhanî nediyar in, hêj dikare bêdeng bimîne. Di vê derbarê de serokê El-Qaîdê Eymen El-Zewahirî îmaje bi rewşa xwe ya tenduristî û giliyên xwe yên der heqê çawaniya rêvebirina xwe ji komê re, kir."

Raporê got: "Geşedanên navdewletî yên herî berbiçav di nava 6 mehên dawîn ji 2019`an de balê dikişîn ev in;xwestek û gihandina komên terorîst ber bi perav û rojavayê Efrîqiyayê ne, di vê derbarê de çete û Qaîdê hevkariyê ji bo têkbirina dewletên bê hêz dikin."

Pisporên ku cezayên NY`yê yên der heqê der koman de belge dikin gotin: "Hejmara dewletên herêmî yên ku li herêma peravê û Nîjîryayê metirsiya vegirtinê ser wan heye, zêdetir bûne."

Komîteyê diyar kir ku di dawiya Nîsanê de El-Bexdadî di dîmekî de got, çete"Hêj li hêviya guhdaneke cîhanî ye û tê payîn ku ev yek bi rêya berdewamkirina pêkanîna êrîşên navdewletî de pêk were."

Pisporên NY`yê gotin, DAIŞ niha xwe dispêre êrîşên ku pêk tîne, yên wekî teqînên dêra Srî Lankayê yên di cejnê de. Di vê derbarê de El-Bexdadî teqîn bi bîr anîn, lê komîteyê got, serçetên DAIŞ`ê berî niha tiştek negotine.

Komîteyê diyar kir ku heke êrîşên Srî Lankayê piştî êrîşên berê yên di Adarê de li dijî misilmanên li mizgefta Christchurch ên Zelanda Nû be, pêkanîna şerê navbera olan nerehetiyê derdix holê.

Têkildarî pêşerojê pisporan gotin: “DAIŞ`ê  heke dem pê re hebe û zemînê ewlehiyê li cem hebe, dê îstismara karînên xwe û êrîşên navdewletî hêsan bike."Her wiha"Di halê hazir de kêmkirina êrîşan zêde dirêj nake, dibe ku heta dawiya 2019`an be."

Di heman demê komîteyê tekez kir ku 30 hezar kesên biyanî û kesên din ên ku çûn"Xîlafê" ya ku DAIŞ`ê li  çend perçeyên Iraqê û Sûriyê ava kirine, hêj dijîn.

Pisporên derveyî Sûriyê û Iraqê gotin, DAIŞ û Qîdê li ser hegemoniyê û girîngiya navdewletî di nava rikberiyekê de ne û gotin li Efganistanê hêj der barê gefên demkî û domdar ên komên tundrew ku DAIŞ û Qaîdê destekê didin wan metirsî heye û terorîstên biyanî li ser xaka Efganistanê bicih bûne.

Di vê çaçoveyê de nirxandinên pisporan ên der barê gefên DAIŞ û Qaîdê li ser herêmên din wiha ne:

Nîvgirava El-Erebiyê:Dewletên endam ên li welêt dibêjin ku stratejiya demkî ya Qaîdê li nîvgirava El-Erebiyê, li Yemenê jiberdêla şerê Husiyên ku bi hikumeta ku Erebistana Siûdî destekê dide wan di nava şer de ye,  pêşekiyê dide şerê li dijî DAIŞ`ê, da ku nuqteya xwe li wir biparêze.

Efrîqiya:Kiryarên DAIŞ`ê li başûrê Lîbyayê ji ber mijûlbûna bi şerê li derdora paytexta Trablusê re, qerbalixiyek qezenc kir, her wiha DAIŞ LI bajarê Serd gelek kel û pelên darayî desteser kir.Di heman demê de ji ber hêsankirina liva sîro û desthilatên bi rûbirûbûna gefên berdewam ve ne erkdarî, li rojavayê Efrîqiyayê kiryarên tund zêde bûye. Li Somalê jî tevgera Ciwanan a girêdayî Qaîdê êrîşên mezin vediguherînin êrîşên dubarekirî û rojane.

Ewropa:Propagandên bi rêya înternêtê yên ku êrîşên teknolojiya lawaz û ji aliyê DAIŞ`ê ve ne, teşwîq dikin hene, lê dewletên endam radigihînin ku hejamra êrîşên serkeftî kêm dibe, tevî vê yekê jî dewletên ewropî dibêjin metirsî hêj bilind.

Asya:Welatên Asya Navîn ji aliyê penaberên ji Iraq û Sûriyê ve hatine rastî mezintirîn metirsiyê tên, ev jî ji Efganistanê kêmtir e. Li başûrê rojhilatê Asyayê rêze êrîşên"Serkeftî" û binketî yên girêdayî komên DAIŞ`ê"Tekeziya berdewamiya gefên li herêmê ye".

(eh)


Mijarên Din