​​​​​​​Pisrgirêka avê ya li Til Hemîsê bi rêjaya ji sedî 95 çareser bû 

Şaredariya Gel a Til Hemîsê pirsgirêka avê ya li navenda navçeyê bi rêjeya ji sedî 95 çareser kir. Berpirsên şaredariyê destnîşan kir pirsgirêkên stasyonên avê li gundewarê navçeyê di demeke nêz de wê çareser bibe.

Li gundewarê navçeya Til Hemîsê ya herêma Cizîrê pirsgirêka kêmbûna avê heye. Şaredariya gel a navçeyê hewl dide di demeke nêzî dike bi derfetên heyî vê pirsgirêkê çareser bike.

Xelkên 45 gundên bajaroka Cezayê hîna avê bi rêya sehrîcan peyda dikin. Nemaze piştî ku projeya  kolandina bîrekê di navbera gundan de têk çû. Ev projeya sala 2018’an jin hêla Daîreya Têkilî û Geşkirinê ya Girêdayî Rêveberiya Antakiya, Rojhilat û Romanên Xiristiyan Ortodoks ve hatibû destpêkirin.  

Piştî 3 mehan ji kolandina bîrê, avê wê tev li avê bîrên nêzî wê bû û wiha bîr ji xizmetê derket. Xelkên bajaroka Cezaayê ji ber vê yekê gilî kir. Komîteya Avê ya navçeya Til Hemîsê got Rêveberiya Avê ya bajarê Qamişloyê di destpêka 2019’an de nimunyeke ji avê stasyona Ihêmer bir, lê heya niha endamên tehlîla wê nehatiye.   

Rojane bi dehan sehrîcên avê berê xwe didin satasyona Sekar û stasyonên din da ku avê ji wan gundan re peyda bikin.

Ji gundê Bekariya xwediyê sehrîcê avê yê bi navê  Meşaan El-Nehar ku di nava gundan de digere û hezar lîtreyek av bi buhayê 2000 lîreyên Sûrî dide şêniyan wiha got: "Gundên ku av ji wan re nehatiye peydakirin, ne avê vexwainê û ne ya ji bo bikaranînê jî lê tune ye". 

El-Nehar spas Şaredariya Gel û Mûdîriyeta Avê kir ji ber ku jenartorke kehrebeyê ji stasyonê re peyda kir wiha got: "Me berê dûrahiyeke dirêj qut dikir heya ku me av ji stasyonên Til Hemîs û Hudeybiya peyda dikir. Piştî ev jenertor sîwar kirin barê sivik bû."

Hevserokê Şaredariya Gel a navçeya Til Hemîsê Ebdulrehman Hadî wiha ji ANHA’yê re diyar kir: "Piştî qutbûna kehrebeyê di van demên dawî de, pêdiviya bi avê re zêde bû , me bang li meclisa kantona Qamişloyê kir ku bara giran li ser şêniyan rake û jenetoran ji Şaredariya Gel a Til Hemîsê û Mûdîriyeta Avê re peyda bike."

Hadî destnîşan kir ku Komîteya Şaredarî û Parastina Jîngehê a kantona Qamişloyê bi awayekî lezgîn mudaxala kir û du jenetorên kehrebeyê yên 700 volt ku dikare 4 bîran pêxe, ji Stasyona Sekar û Rêveberiya Avê re peyda kir. Her wiha diyar kir xezaneya sereke yê El-Wehda bi lêçûna  4 milyon û 200 hezar û 500 lîreyên sûrî aktîv kir û xezaneke li taxa  komîna Şehîd Nisrîn danî ku dê avê peyda bike. 

Ebdulrehman Hadî iştrast kir ku li Komîna Şehîd Arîn dê xizaneyek were danîn û dê jenetorek nû ji stasyona Sekar re were peydakirin.

Hadî diyar kir ku peydakirina jenetoran ji stasyonaEl-Sekar û Til Hemîsê re barê li ser şêniyan sivik kir û wiha got: "Stasyona Belqîs a herî mezin e di gundewarên başûr dê were aktîvkirin, ev stasyon avê dide 73 gundên bajaroka Ebû Cirin, di demên nêz de wê jenetorek kehrebeyê jê re were peydakirin, her wiha du jenetor ji navçeya Til Hemîsê re ya xwedî 12 bîrên avê re, wê re bê peydakirin". 

Di dawiyê de Hadî destnîşan kir ku pisgirêka avê bi rêjeya ji sedî 95 hate çareserkirin û pirsgirêka stasyonên din jî wê di demên nêz de bên çareserkirin.

(rm)

ANHA


Mijarên Din