Piştî 14 salan...kaniya Sûsan careke din vebû

Kaniya ava şêrîn a ku li gundê Sûsan ê gundewarê rojavayê Kobanê yê Bakur Sûriyê piştî çend salan di ziwabûnê re derbas bû, careke din vebû.

Baranên dijwar ên ku bi dirêjahiya zivistana îsal li piranî herêmên Bakurê Sûriyê barine, bûn sedema teqandina piranî kaniyan piştî ku di ser re gelek salên ziwabûnê derbas bûn.

Ev kanî di bihara îsal de teqiyan. Lê belê piranî şênî ji derbûna kaniya gundê Sûsan ê rojavayê bajarê Kobanê ya beriya çend rojan, mat man. Ew jî di demekê de hat ku herêm di pêleke germ re derbas dibe û salên berê jî baran kêm barî, nexasim jî di salên 2016 û 2017’an de.

Di vê çarçoveyê de şêniyên gund gotin ava şêrîn ji kaniya bakurê gund ve diherike. Derbûna kaniyê jî piştî 14 salan ku ji hevîna 2005’an ve ziwa bûye, hat.

Herikîna avê ji kaniya 5 inch e. Av di nava xaniyên gund ber bi gelek gundên başur re ku bi 8 km, diherike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li gelek gundên kantonê di encama barana dijwar a îsal de kanî derbûn, weke gundên Korik Hebîb, Helinc û kaniya Kurdan a li rojhilatê bajarê Kobanê.

(fr)

ANHA


Mijarên Din