Piştî 2 salan ji rizgarkirinê destkeftiyên jinên Tebqayê

Di demeke kurt de Rêveberiya Jinan a Tebqayê bû sîwana sereke ya hemû jinên herêmê. Rêveberiya Jinan ji bo hevrêziya enerjiya jinên û pêkanîna armancên wan ji azadî, wekhevî, şikenandina qeydan û pêkanîna tevlêbûneke bi giştî di civakê de dixebite.

10`ê Gulanê salvegera 2`yemîn a rizgarkirina bajarê Tebqa ji aliyê şervanên QSD`ê ve ji çeteyên DAIŞ`ê ye. Bi vê rizgarkirinê re jiyan li şêniyan vegeriya û bi taybet jinên bajêr ku ji ber kiriyarên çeteyên gelek zilm û zehmetî dîtin û mafên wan hatibûn binpêkirin. Gel di nava sala derbasbûyî de çi kar û xebat kirin û çawa rola xwe di nava civakê de îsbat kir? 

Konferansa yekemîn xeta azadiya jinên Tebqayê diyar kir

10`ê Adara 2018`an de bi sedan jinên Tebqayê yekemîn konferansa xwe bi dirûşma "Têkoşîna jinan ji bo azadiyê têkoşîna ji bo azadiya mirovahiyê ye" li dar xist. Di konferansê de jinên herêmê rêya ji nû ve birêxistinkirina xwe diyar kir. Konferans bi gelek biryaran bi dawî bû. Ji wan; piştgirî û destekdayîna doza jinên ereb û vegera wan ji xeta wê re, ji bo pêşxistina têkilî û têkoşîna hevbeş bi rêxistin û tevgerên jinan ên li Sûriyê re bixebitin, xebatên li dijî zewicandina di temenê biçûk de ku bandorê li aliyê civakî dike, tevlêbûna rêxistinên jinan ji bo pêşxistina sîstema demokratîk li Sûriyê, têkoşîna li dijî mêjiyê netewedewletê û zîhniyeta desthilatdar û pêkanîna zîhniyeta neteweya demokratîk, têkoşîna li dijî hemû rengên şerê taybet û modernîyeta kapîtalîst ku hewl dide jinan ji cewhrê wê derxe û fikrên wê sînordar bike, vekirina dewreyên fikrî, siyasî û çandî li Akademiya Jinan bi awayekî bi rêk û pêk, firehkirina xebatên birêxistinbûnê, avakirina komîte û kombûnên jinan li hemû navçeyên herêmê.

Sala 2`yemîn sala birêxistinkirina jinan li gundan bû

Di sala derbasbûyî de Rêveberiya Jinan a Tebqayê bi hezaran jinên herêmê bi rêya vekirina 10 meclisan li gundewarên bajêr, bi rêxistin kirin. Ev yek nuqteya veguherandina jiyana birêxistinkirina jinan e ku li gundan dijîn. Jin di nava çend salan de ji aliyê siyasî û leşkerî dûr bûn lê bi saya fikrên azad  û rola mezin a Rêveberiya Jinan di zanebûnê de jinan rola xwe di nava civakê û di hemû aliyan de xurt kir. Zêdetirî 250 panel li navenda bajêr û gundewarên wê hatin dayîn.

Zîhniyeta desthilatdar li pêşiya xebatên Rêveberiya Jinan dibû asteng

Jin gelek salan di nava zor û zehmetiya zîhniyeta desthilatdar ku gelek pirsgirêk jê re çêkirin, mîna zewaca di temenê biçûk de û pirhevseriyê de jiyan. Ji ber zîhniyeta desthilatdar derfet nedidan jinan ku xwendina xwe dewam bikin. Piştî wê serdema DAIŞ`ê hat da ku hinek kiyarên ku jin dixeniqandin, rewşa wan hate paşguhkirin, tenê di malê de ma û hemû mafên wan jê hatin standin, werin tekezkirin.

Lê bi saya xebatên Rêveberiya Jinan di rizgarkirina jinên Tebqayê di aliyê fikrî de ev zehemtî û qeydên ku bi salan li ser wê hatibûn ferzkirin, hatin rakirin. Bi tevlêbûna jinan ji Meclisa Jinan û meclisên sivîl re xwe di nava meclisan de bi rêxistin kirin. Rola Meclisa Jinan zanist, perwerde û belavkirina firkên rêxistinî ye. Jin rastî firkên kevinû urf û adatên civakê û zehmetiyan hatin. Lê tevî wê jî jin teslîm nebûn. Bi rêya panel û semîneran li hember hemû zehmetiyan sekinîn, firk û projeyên xwe gotin her wiha çareseriyên baş dîtin da ku pêşxistina di civakê de zêde bike û xurt bike.  

Jinan cihê xwe di aliyê leşkerî de girt û asta têkoşînê bilind kir

Ji pîvana parastina rewa û parastina destekefiyên gelan û nirxên şoreşê ku bi navê şoreşa jinan hat naskirin, Rêveberiya Jinan li Tebqayê 50 jin di nava refên hêzên Parastina Cewherî de bi rêxistin kir. Da ku parastina jinan û gel bikin, li hember hemû êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin her wiha bûn bersiva gelên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji aliyê QSD`ê ve ji DAIŞ`ê û komên çete hatine rizgarkirin. Ji ber wê diviya ku jin xwe bi awayekî baş bi rêxistin bikin da ku xwe û civakê li gorî derfetên xwe biparêzin bêyî ku xwe bispêrin tu aliyên derve.  

Di dema derbasbûyî de Rêveberiya Jinan bi hevkariya YPJ`ê gelek dewreyên perwerdeyê der barê bikaranîna çekan de ku li gorî rewşê bi kar bînin, vekir.

Di 2 salan de 7 komîteyan gavên mezin avêtin

Piştî 2 salan ji avakirina Rêveberiya Jinan li Tebqayê û saziyên din taybet bi jinan di Rêveberiya Sivîl û rêxistina jinan di meclis û komînan de, em dikarin bêjin ku jinên li herêmê gaveke mezin avêt, tevî ku jinan di serdema hişmendiya baviksalar de dît, lê hîna jin kêmasiyan di gelek aliyê yekbûna kedên jinan û hevkariya di hemû aliyan de dibe sedem ku bandora neyînî di pêşketina kar bi asta bilindtir bike û pêkanîna daxwazên jinan taybet di aliyê rêxistinî û aborî de, her wiha pêwîstiyeke mezin ji bo birêxistinkirina jinan heye.

7 komîte rihê rêxistinî bûn ku jin rizgar kirin û rastiya xwe bi destê xwe neqişand; komîteyên rêveberî, komîteya perwerdeyê, komîteya têkiliyan, komîteya lihevanînê, komîteya parastinê, komîteya ragihandin, aborî û malî. Her komîteyekê bi hemû keda xwe rastiya jinên Tebqayê derxistin holê û roj bi roj tekoşîna xwe didomînin da ku azadiya xwe bi dest bixin.

Rêveberiya jin li Tebqayê weke mala mezin û cihê yekemîn ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên jinên herêmê ye, komîteya lihevanînê hezar û 500 dozên berdan, zewaca bi temenê çûk, pir jinni û xwedîkirina zarokan pêşwazî kirin, ji wan hezar û 100 doz beyî ku radestî dîwana edaleta civakî bê kirin çareser kir.

Planên pêşerojê ji bo xurtkirina rola jinan di hemû aliyên jiyanê de

Di nerîna pêşerojê de rêveberiya jin a Tebayê ku bi rêya wê girîngiya berfirehkirina çalakiyên jinan di hemû qadan de, li gel rêveberiyê plan, projeyên pêşerojê yên siyasî, leşkerî û aborî hene, yek ji planên herî girîng ku Rêveberiya jin ew diyar kir ew e desteka mîras û folklore ya nasnameya jin Ereb, peydakirina mala parastina jin, xurtkirina beşdarbûna jin di rêxistina ewlehiyê de ku bi awayekî berfirehtir beşdarî nava refênf Hêzên Ewlehiya Hundirîn, avakirina gelek projeyên aborî ku piştgiriya aboriya jina serbixwe bike, bikin.

Hêjayî gotinê ye ku gelek endamên di Rêveberiya Jinan a Tebqa û gundewarên wê gihaşt 63 endam û 19 endamên rêveberî û cîgiran, zêdetirî 235 jin beşdarî perwerdeya bîrdozî di akademiyên jinên Sûriyê bi rêya Rêveberiya Jinan a Tebqayê bûn û 200 jin beşdarî perwerdeyên di Akademiya Civaka Demokratîk de bûn.

(bx-jo)

ANHA


Mijarên Din