Piştî 2 salan ji rizgarkirinê li Tebqayê meşa pêşketinê didome

Piştî 2 salan ji rizgarkirinê, bajarê Tebqayê ji nû ve bi saya keda welatiyên xwe û pergala rêveberî, rêxistinî, xizmetguzarî û ewlehiyê vejiya.

Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bajarê Tebqayê di 10`ê Gulana 2017`an de, di çarçoveya hemleya Xezeba Firatê de ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir. Piştre pêvajoya jinûveavakirin, pêşketin, bicihkirina ewlehî û îstiqrarê, vejîna aborî û jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyên civakê de dest pê kir.

Gelek saziyên rêveberî, rêxistinî, ewlehî û xizmetguzariyê bi rêya planan û bernameyekê, ji bo pêşxistina bajar ketin nava liv û tevgerê.

Meclisa Sivîl bingeha birêxistinbûna herêmê ye

Meclisa Tebqayê ya Sivîl ku xeta yekemîn a civakîbûnê ye di nava xwe de hemû meclisên herêmî û malên gel ên ku bûne pira di navbera gel û saziyên civakî yên Rêveberiya Sivîl de dihewîne, hemû pêdiviyên gel û xizmetguzariyan bi awayekî bi rêk û pêk, pêk tîne.

Meclisa Sivîl di vê çarçoveyê de, zêdetirî 17 malên gel li herêmê ava kirin û 250 meclis jî li herêmê kar dikin. 

Pergala leşkerî û ewlehiyê kelehên berxwedan û îstiqrara li Tebqayê ne

Bi hezaran ciwanên herêmê jib o parastina bajar di nava hêzên parastinê de cih digirin. Ji bo parastina bajar heya bi sedan ciwan di dewreyên ku ji aliyê QSD`ê ve hatine vekirin de hatine perwerdekirin.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn û têkoşîna li dijî şaneyên veşartî

Hêzên Ewlehiya Hundirîn ê ku di parastina nav bajêr de rol digirin, bi taybet jî, di têkbirina şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê xwedî erkekî giringin.

Şaredariya Gel projeyên ji bo başkirina rewşa xizmetguzariyê pêk anîn

Di aliyê xizmetguzariyê de, Şaredariya Gel bi rêya projeyên xizmetguzariyê û birêxistinbûnê, roleke girîng lîst. Di mijara ekolojî û xweşikbûnê de, beşa ekolojiyê ya şaredariyê baxçeyên li navenda bajar û bejahiyan ji nû ve çêkirin û zêdetirî 12 hemleyên çandina daran dan destpêkirin. Ji wan projeyan “Ji nû ve çêkirina Bendava Firatê,  Çerxerêya Şehîd Hebûn Ereb a li başûrê Bendava Firatê, Çerxerêya El-Elem û Çerxerêya Şehîdan”, her wiha şitilgeha çandiniyên ku tê de bi hezaran ji çandiyarên ji bo projeyên ekolojiyê li bajar û bejahiyan hene, hate aktîfkirin.

Ji aliyekî din ve jî, şaredarî karê xwe yê xizmetguzarî û rêxistinî li bajar bi rêya buroyên xwe yên branşan dewam dike.

Gerînendetiya Kehrebeyê û destkeftiyên ku bi dest xistine

Gerînendetiya bajer bi karê peydakirin û amadekirina toreya kehrebe û sererastkirina wê bi hemû beşên xwe û bi rêya buroyên rêveber ên branşan û 4 werşeyan awarte, sererastkirina tabloyên kehrebeyê, bidawîkirina diziyê, sererastkirina transformeran radibe. Di sala derbasbûyî de, werşeyan transformersa 10 MW li Bendava Firatê da ku zextê li ser transformera 66 MW li bendavê kêm bikin, aktîfkirin.

Di dema derbasbûyî de, Gerînendetiya Kehrebeyê projeya ronîkirina bajarê Tebqayê ya ku ev 6 meh e dewam dike, dest pê kir.

Gerînendetiya Çandiniyê piştgirî da zêdetirî milyon nîv erdê donimên çandiniyê

Plana çandiniyê ya sala 2018-2019’an ku gerînendetiyê di sala duyemîn de li gorî plana ku hatiye danîn û bi beşdarbûna hemû beşên gerînendetiyê yên hîrac û ekolojî, lêkolînên zanistnî, depo, avdanî kedeke mezin hate dayîn. Di vê çarçoveyê de, li gorî gerînendetiyê milyonek û 83 hezar û 340 donim genimê bejî û 38 hezar û 46 donim cureyên din ji çandiniyê yên ruxsetkirî hatin çandin. Her wiha projeya Widiyan a rûbera 2 hezar û 100 hektar û projeya Siwêdî hezar û 180 hektar hatin rûxsetkirin.

Tevgera avakirinê cara yekê li herêmê geş dibe

Piştî salekê li ser derbasbûna rizgarkirina bajarê Tebqayê û bicihanîna ewlehiyê li herêmê, gelê herêmê bi awayekî çalak dest bi avakirinê kir.

Di nava çend mehan de, Buroya Fenî ya Şaredariya Gel a Tebqayê zêdetirî 350 ruxsetên avakirinê li navenda bajar da. Bi zêdebûna hejmara niştecihan û pêwazîkirina herêmê ji koçberên ji tevahiya herêmên Sûriyê, tevgera avakirinê zêde bû û ji bo sivikkirina zexta niştecihêbûnê, destûr hat dayîn ku tabiqekî din were avakirin.

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê û keda hatiye dayîn

Di sala xwe ya duyemîn de, komîteyê xebatên xwe yên perwerdeyê ji bo zarokên herêmê dewam kir û dikaribû hemû zarokên herêmê hembêz bike û binesazî çêkir û hemû dibistan çêkirin û pirtûk peyda kirin.

Bi van xebatan, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê zêdetirî 200 dibistan li herêma Tebqayê vekirin û zêdetirî 46 hezar xwendekar pêşwazî kirin. Her wiha nêzî 2 hezar mamoste bi hemû branşan, xwendekaran perwerde dikin.

Komîteya Tenduristiyê xizmetên tenduristiyê pêşkêşî gel dike 

Bi armanca peydakirina tenduristiyeke baş, Komîteya Tenduristiyê stratejî û planên lazim ji bo nexweşxane, tîmargeh û navendên tenduristiyê pêşkêş kirin. Komîteyê zêdetirî 7 navendên tenduristiyê li bejahiyên herêma Tebqayê aktîf kirin. Van navendan gelek xizmetên tenduristiyê pêşkêşî gelê herêmê kirin û bi vê yekê bar li ser Nexweşxaneya Wetenî ya Tebqayê sivik kir. Li gorî komîteyê, heta niha zêdetirî 600 hezar nexweş li Nexweşxaneya Wetenî û navendên tenduristiyê hatine dermankirin.

Komîteya Kar û Barên Civakî meqseda ciwanan bû

Komîteyê, derfeta kar ji zêdetirî 3 hezar ciwanan re peyda kir. Di sala derbasbûyî de komîteyê 5 buroyên xwe vekirin. Buroyên ku bandoreke mezin li rewşa birêxistinbûnê ya saziyên Rêveberiya Sivîl kir, ku ev in; karkirin, lêkolîn, kesên astengdar, kar û barên koçberan û navendên pêşwazîkirinê û girêbestan.

Komîteya Çand û Hunerê li herêmê şano vejand

Piştî 8 mehan ji xebata bênavber, di havîna derbasbûyî de Navenda Çand û Hunerê hate vekirin. Di bin bermahiyên dika şanogeriyê ya Çand û Hunerê de, komîteyê bi sedan ji behreyên ku hatibûn binaxkirin, ji nû ve vejandin. Behreyên ku hatin vejandin, di mîhrîcan û pêşbirkan de ku li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin lidarxistin, bûne pêşeng.

Her dawî komîteyê, Yekitiya Rewşenbîran li herêma Tebqayê ava kir.

(kc)

ANHA


Mijarên Din