Piştî 4 mehan ji qutbûna kehrebe herêma Hayis ronî dibe

Piştî qutbûna 4 mehan dewam kir, kehrebe dîsa dighêje gundê Cinêna yê herêma Hayiz ê gundewarê rojavayê Dêrazorê.

Li gundê Cinêna yê herêma Hayiz ê gundewarê rojavayê Dêrazorê ji ber dizîbûna ternsê kehrebê yê sereke li herêmê gund 4 mehan bê kehrebe mabû. Şirketa Kehrebê bi hevkariya Desteya Aborî ternsekî nû yê kehrebê danî.

Mûdîrê Navenda Awarte Cuhdir Seyid Rîbah anî ziman ku şirketa Kehrebê xeteke kehrebe bi dirêjahiya qasî 200 mîtreyan kişand û terenseke dan ku kehrebe dike 30 malan.

Ji şêniyên herêma Hayis Xelîfa El-Musleh spasiya Şirketa Kehrebe kir ku daxwazên wan bi cih anî  û kehrebe peyda kir.

Şirketa Kehrebe niha "Stasyona Şihêl" a mezintirin stasyon li Dêrazoarê ye û kehrebê dide piraniya gund û bajarokên rojhilatê Dêrazorê.

ANHA


Mijarên Din