Piştî 50 salên têkoşînê, têkoşer Şemsedîn Mele Îbrahîm koça dawî kir

Kesayeta welatparêz û endamê Meclisa Rêveber a PYD`ê şaxê Hesekê Şemsedîn Mele Îbrahîm di encama krîzê de bi temenê 75 saliyê jiyana xwe ji dest da.

Kesayeta welatparêz Şemsedîn Mele Îbrahîm di sala 1980`î de tevgera rizgariyê ya Kurdistanê nas kir û sala 1989`an li Akademiya Şehîd Masûm Korkmaz perwerde dît. Mele Îbrahîm gelek caran bi rêber Abdullah Ocalan re civiya û li ber destê wî gelek perwerde dît.

Mele Îbrahîm piştî wê li herêmên Rojava kar û xebatê siyasî û civakî meşand. Ew gelek caran ji aliyê hikumeta Şamê ve hat girtin, herî dawî sala 1993`yan di dema şewata li Girtîgeha Navendî ya Hesekê de hatibû girtin.

Şemsedîn Mele Îbrahîm di nava gelê Kurd bi taybetiyên xwe yên baş, têkoşîna xwe û hezkirina doz û gelê xwe ew dihat naskirin. Ji ber têkoşîna xwe ya zêdetirî 50 salan di dilê xelkê herêmê de cihekî girîng girtibû.

Piştî damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) sala 2003`yan, Mele Îbrahîm tev li partiyê dibe û di kongreya 8`emîn a partiyê ya di 25`ê Nîsana 2020`an de, wekî  endamê Meclisa Rêveber a PYD`ê şaxê Hesekê tê hilbijartin.

Mele Îbarahîm di hevpeyvîneke berê ku bi ajansa me re kiribû de piştrast kiribû ku pêkanîna pirojeya rêber Abdullah Ocalan li herêmê, gelekî girîng e.

Kesayeta welatparêz di 25`ê Adarê de rewşa tenduristî ya Şemsedîn Mele Îbrahîm giran dibe û li ser wê yekê derbasî Nexweşxaneya Gel a Hesekê tê kirin. Tevî hemû hewldanên bijîşkan jî, vê berbangê Mele Îbrahîm jiyana xwe ji dest da.

 (şx)

ANHA 


Mijarên Din