Piştî 7 rojan…çalakiya konvedanê ya li Hesekê bi dawî bû

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê, piştî 7 çalakiya kovendanê bi meşekê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî rêber Ocalan û sûcên dewleta Tirk ên li dijî girtiyên siyasî, bi dawî kir.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê di 12’yê vê mehê de  çalakiya konvedanê bi diruşma"Bi rihê berxwedana girtîgehan em ê teqez bi ser kevin" li dar xist. Çalakî ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî yên di girtîgehên dewleta Tirk de û şermezarkirina tecrîda li dijî rêber Ocalan li dar ket.

Di çalakiya ku 7 rojan li ber xwe daye de, bi sedan şênî û endamên saziyên sivîl ên kantona Hesekê beşdar bûn.

Di roja 7’an de, çalakî bi meşeke şermezarkirina sûcên dewleta Tirk bi dawî bû. Di meşê de bi sedan endamên navend, saziyên sivîl, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwanên a Hesekê amade bûn.

Meş ji çerxeriya dêra Asûrî dest pê kir û ber bi Qada Asro ya li taxa Nasra ve çû. Meşvanan wêneyên rêber Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jinên Komînist ên Şoreger hildan.

Li Qada Asro meş vegerî mîtîngê, piştre endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê Aze Yûsif axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî tevahî gelên herêmê û tecrîda li dijî rêber Ocalan şermezar kirin û wiha got: "Armanca dewleta Tirk ji van êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li dijî navçeyên Eyn Îsa û Til Temirê bi taybet, ew e ku vîna gelên li herêmê bişikîne, nasnameya Kurd têk bibe û projeya Rêveberiya Xweser a Demokratîk têk bibe."

Aze Yûsif wiha domand: "Em di berxwedana li dijî tevahî êrişên li ser herêmê de heta pêkanîna azadiya rêber Ocalan berdewam in. Me bi ciwantî dest pê kir û dê bi ciwantî bi ser bikevin."

Aze Yûsif li dawiyê bang li tevahî ciwanan kir ku li dijî komployên li hember gelên li herêmê serî hildin û piştevaniya rêber Ocalan û têkoşerên di girtîgehên dewleta Tirk de bikin.

Piştî axaftinê, sînevîzyonek der barê çalakiyên konvedanê ya 7 rojan de hate pêşandan.

Meşa bidawîbûna çalakiya konvedanê bi stranên şoreşger û gerandina dîlanê bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din