Piştî agirbest û lihevkirinan gelo li  “Herêmên bêçek” çi rû dide?

Di van rojên dawîn de çavên herkesî li “Herêmên bêçek” e. ` Hêzên rejîma Sûriyê bi desteka Rûsya bi dijwarî êriş dike, tevî ku Tirkiye û Rûsya agirbestek ragihandin. Lê ev agirbest dirêj nekir. Di encama wan êrişan de hêzên Rejîmê pêş ketin. Ew jî metirsî li cem Tirkiyê çêkir. Gelo  di van rojan de çi qewime?

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di 8’ê Çileyê de bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin çêkir. Di wê hevdîtinê de li ser agirbestê lihev kirin. Lê ev agirbest dirêj nekir.

Bi desteka Rûsyayê hêzên Rejîmê pêş dikevin û Tirkiye bêdeng e.

Di roja çaremîn a agirbestê de hêzên rejîma Sûriyê bi desteka Rûsyayê êrişên li ser Idlibê zêde kir. Helwesta Tirkiyê ne diyar e.

Hêzên Rejîmê di Tebaxa sala borî de bajarê Xan Şêxun kontrol kirin. Hêzên xwe ber bi bajarê Meret El-Nûman ve  kom kir.

Beriya destpêkirina êrişan Tirkiyê bi çeteyan xwe re civiya û wan agahdar kir ku nekariye Rûsyayê îqna bike ku ji bo êrişan rawestîne. Her wiha Tirkiyê ji wan re got, divê pişta xwe bidin xwe. Ev jî weke ku Tirkiyê bi awayekî diyar dev ji çeteyên xwe berdide, hate hesibandin.

Hêzên rejîma Sûriyê di 24’ê Çileyê de bi desteka Rûsyayê dest bi operasyonên xwe yên li dijî gundewarê Idlibê kirin. Ji wê demê ve hêzên Rejîmê gelek gund, bajarok û bajarên kontrol kirin, jê yên herî girîng bajarê Meret El-Nûman e.

Piştî Meret El-Nûman qêrîna Tirkiye dike qîje qîj, gelo çima?

Piştî ku hêzên rejîma Sûriyê bajarê Meret El-Nûman ê stratejîk di 28`ê Çileyê de kontrol kir,  ragihand ku amadekariyên xwe temam kiriye ji bo ku bajarokê Seraqêb kontrol bike. Li gel operasyonek din li gundewarê Helebê qije qîja  Tirkiyê destpê kir.

Çavkaniyan gotin Tirkiyê bi rêya danûstandina xwe bi Rûsyayê re hewl da bigihêje lihevkirinekê ku Meret El-Nûman radestî Rejîmê bike. Ew jî li beramberî mayîna nuqteyên wê û çeteyên  wê li ser rêya navneteweyî û Seraqêbê, dê pêk were. Lê diyar bû ku xwesteka Rûsya ji bo ku rêyên navneteweyî kontrol bike zêde bûye.

Herêma Seraqêbê ji hêzên rejîmê re gelek girîng û stratejîk e. Başûrê bajarê Helebê bi gundewarê Idlibê ve girê dide. Her wiha deriyê rojhilatê bajarê Idlibê ye. Eger Rejîm Seraqêbê kontrol bike wê herêma çiyayê Zawiye dorpêç bike.

Eger Rejîmê bajarokê Seraqêbê kontrol kir, dikare bigihêje herêma Ebû El-Dihûr û balafirgeha wê ya ku bi 27 km nêzî navenda bajarê Idlibê.  Bi kontrolkirina herêmê hêzên Rejîmê wê ji deverên ku çeteyên Tirkiyê li Helebê dagir kirine bêtir nêz bibe.

Lê Tirkiye ji bo ku van herêmên stratejik winda neke,  3 nuqte li derdora bajarokê Seraqêbê danîn. Ji bo ku pêşketina hêzên rejîma Sûriyê û Rûsyayê ber bi bajarokê ve asteng bike. Her wiha gelek leşkerên xwe anîn herêmê.

Hedefa sereke ya operasyonên rejîma Sûriyê û Rûsyayê, ew e ku bigihêjin rêyên navneteweyî yên M4 û M5. Seraqêb nuqteya gihaştina her du rêyan tê hesibandin. Rêya M4 ji sînorên Sûriyê-Iraqê ji Til Koçber destpê dike heya bigihêje Lazîqiye. Li cem Seraqêbê bi dawî dibe û rêya nû M5 destpê dike heya bigihêje Şamê.

Ev gurbûn, nakokiyên ku hatibû paşxistin, di navbera dewletên misogerker de derxistin holê. Tirkiyê çeteyên xwe li gundewarê Helebê livandin. Ji ber wê metirsiyên Îranê çêbûn, ji ber ku hêzên wî li wê herêmê ne.

Gurbûn an jî nakokiyan hişt ku ev alî bi awayekî yekser bihevkevin. Gelek leşkerên Tirk bi destê hêzên rejîma Sûriyê hatin kuştin. Her wiha Îranê ragihand ku ew destekê dide Rejîmê.

Piştî van geşedanan êdî Astana û “Herêmên bêçek” bi hilweşînê re rû bi rû mane.

(şx)

ANHA


Mijarên Din