Piştî banga Komîteya Aborî, patoz vedigerin Kobanê

Derketina patozan ji Kobanê û derengmayîna rakirina mewsima zeviyan, bû sedema giliyên cotkaran. Piştî ku Komîteya Aborî biryar derxist ku divê xwediyên patozan vegerin Kobanê, rojane 2 yan 3 patoz vedigerin Kobanê.

Îsal ji ber barana zêde ku heta meha Gulanê dibariya û şiliya zêde, mewsima çandiniyê ya kantona Kobanê dereng ma. Ji ber wê Komîteya Aborî biryarek derxist ku patoz 10 rojan derkevin dervayî herêmê heta ku zeviyên kantona Kobanê digihîjin.

Piştî 10 rojan ku zeviyên katona Kobanê zer bûn, patozên ku derketibûn derveyî herêmê venegeriyan û ev jî bû sedema aciziyên cotkarên kantona Kobanê û hin pirsgirêk derketin, jê agir bi zeviyên welatiyan ket û bi hezaran donim şewitîn.

Ji bo ku patoz vegerin, Komîteya Aborî 30`ê Gulanê biryar derxist ku patozên di nava 72 seatan de venegerin kantona Kobanê wê 2 milyon lîreyên Sûriyên bidin. Piştî vê biryarê rojane 2 heta 3 patoz vedigerin.

Derdora 650 patoz di katona Kobanê de hene. Her sal ji ber ku hejmara patozan li Kobanê zêde ne mewsima çinandinê zû bidawî dibe û patoz derdikevin derveyî herêmê mîna Cizîr, Minbic û Reqa çinînê dikin.

Mewsima çinîna zeviyan di 22`yê Gulanê de li katona Kobanê dest pê kir. Ji ber ku patoz derketibûn derveyî herêmê, çinîna zeviyan hîna bi dawî nebûye.

Şêniyên kantona Kobanê xwediyê patozan rexne kir û got: " Pêwîst e xwediyên patozan pêdiviyên herêma xwe bi cih bînan û piştre derkevin derveyî Kobanê."

Jina bi navê Sewlî Xelîl ji gundê Minasê ku zeviyên wê şewitîn diyar kir ku keda wan a salekê di 3 deqeyan de şewitî û got: " Gelek patoz li herêmê me hene, îro em bê patoz man û zeviyên me şewîtin."

Xwediyê patozê bi navê Azad Elo nerazîbûna xwe ji bo Komîteya Aborî nîşan da û got: " Em bi hêvî ne xwediyên patozên ku derketine derveyî herêmê vegerin û em bi hev re mewsimê bi dawî bikin."

Ji aliyê xwe ve Rêveberiya Komîteya Aborî Xelîl Şêx bang li xwediyên patozan kir ku vegerin û got :" Me bi her awayî bang li xwediyên patozan kir ku vegerin, lê eger xwediyê patozan venegerin em neçar dimînin ku wan bi 2 milyon lîreyên Sûriyê ceza bikin. Rojane tenê du û sê patoz vedigerin."

Hêjayî gotinê ye ku cotkarên herêma Cizîrê jî bi hêviya patozên kantona Kobanê ne heta ku zeviyên xwe biçinin.

(şm)

ANHA


Mijarên Din