Piştî bidawîkirina dewreyê xelat li zarokên şehîdan hate belavkirin

Piştî qedandina dewreya ku 10 rojan dewam kir, îro Meclisa Malbatên Şehîdan li goristana şehîdan, bi şahiyekê zarokên şehîdan xelat kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan li Minbicê dewreya yekemîn ku ji 35 zarokên şehîdan pêk dihat, da ku behreyên wan geş bikin vekir. Di dewreyê de wênexêzî, mûzîk, mûzîkjeniya li ser alavên mûzîkê, tenduristî û paqijkirinê hate dayîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan îro dewreya xwe bi şahiyekê li goristana şehîdan bidawî kir. Di şahiyê de fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, endamên Meclisa Jinan, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya bajarê Minbic û gundewarên wê û şandeya Îtalî ya  El-Famînî amade bûn.

Piştî rêzgirtinê xelat li endamên ku beşdarî perwerdeyê bûbûn hate belavkirin. Piştî belavkirina xelatan ji aliyê zarokên şehîdan ve helbest û stran hatin vegotin.

Di dawiya şahiyê de mamosteyên dewreyê bi beşdariya zarokan stran pêşkêş kirin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din