Piştî bilindbûna nakokiyên Rûsya-Tirkiyê... Şoygu bi Hefter re civiya

Bi rasthatina gefên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re ku dê piştevaniya hikumeta El-Wîfaq bike da ku serweriyê li ser tevahî Lîbyayê bike, wezîrê parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu bi fermandarê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Muşîr Xelîfe Hefter re civiya.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê wiha da zanîn: "Di 19’ê Sibatê de wezîrê parastinê yê Rûsyayê general Sergey Şoygu bi fermandarê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Muşîr Xelîfe Hefter re civiya û li ser rewşa Lîbyayê nîqaş kirin."

Daxuyaniyê wiha domand: "Li ser rola girîng a dan û standinên ku di 13’yê Çileya îsal li Moskovê yên ku tê de biryara agirbestê û destpêkirina çareserkirina rewşa li welat pêk hatiye, axaftin hatin kirin. Her du aliyan careke dîtir li ser tunebûna tu berdêlên siyasî ya çareserkirian aloziya Lîbyayê piştrast kir û got divê tenê Lîbya serbixwe be û yekitiya xaka wê pêk bê."

Rûsya ya ku piştgiriya Hefter û rejîma Sûriyê dike û dewleta Tirk a ku piştevaniya hikumeta El-Wîfaq a Lîbyayê û çeteyan li Sûriyê dike, hewl da lihevkirinekê der barê rewşa li Idlibê û Lîbyayê de pêk bîne. Lê ev hewldan bi tevahî li gel şerê heyî bi bin ketin.

Dîsa serokkomarê Tirkiyê Erdogan gefên der barê Idlib û Lîbyayê de xwarin û Kremlînê jî bersiv da û got heke êrişeke dewleta Tirk li dijî rejîma Sûriyê pêk were dê senaryoyeke herî xirab be.

(fr)


Mijarên Din