Piştî binketina AKP’ê di hilbijartinan de, nirxê lîreyê Tirkiyê daket

Krîz li pey krîzê bi ser hikumeta serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de tên. Îro piştî DYA’yê radestkirina alavên girêdayî balafirên F-35 ji bo Tirkiyê rawestandin, lîreyê Tirkiyê li hemberî dolar di van demên dawîn de nirxê xwe zêdetirî ji sedî 1 daket.

Bikaranîna danûstanên aboriyê vê sibehê li Tirkiyê ji nirxç lîreyê Tirkiyê ji sedî 1 li hemberî dolar bi sedema rawestandina Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya radestkirina alavên têkildarî balafirên F-35 ji bo Tirkiyê, kêm bûye.

Saet di 05:19’an de li gorî Greenwichê ,lîreyê Tirkiyê di sînorê 5,5550 de bû li hember dolarê DYA’yê û bi hevrûkirina bi duh roja Duşemê re 5,4913 bû. Lîreyê Tirkiyê di rewşeke aloz de ye, piştî hilbijartinên herêmî yên li welêt. Roja Duşemê ji sedî 2,5 heta 5,7 li hember dolar kêm bû û ew jî piştî ku zirara xwe ya berê telafî kiribû.

Nakokiyên der barê balafirên F-35 de ên nûjentir in di rêzenakokiyên dîplomasiyê yên di navbera DYA û Tirkiyê de. Her wiha li aliyekî din jî girêdayî xwesteka Tirkiyê ya radestkirina DYA’yê ya Fethullah Gulen e û nakokiyên der barê siyaseta Rojhilata Navîn û şerê li Sûriyê û cezayên li ser Îranê de ye jî.

Çavkaniyan ji ajansa Reutersê re roja duşemê diyar kir ku berpirsên DYA’yê ji berpirsên Tirkiyê re got ku dê alavên balafirên F-35 ên pêwîst radest nekin.

Li aliyekî din jî der barê hilbijartinan de li Stenbolê partiya CHP’ê ya muxalefetê û AKP’ê ya serokkomar Recep Tayyîp Erdogan serkeftina serokatiya şaredariyê ragihand. Piştre namzetên her du partiyan got ku Ekrem Îmamoglu yê namzetê CHP’ê bi 25 hezar dengan li pêş e.

(fr)


Mijarên Din