Piştî Cejna Remezanê iraqiyên li Sûriyê vedigerin warên xwe

Hikumeta Iraqê carek din saozên xwe ji bo vegera hemwelatiyên xwe yên xwe spratine Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dixwazin vegerin binpê kirin. Wezareta Mafên Mirovan  û Karûbarên Penaberan a Iraqê sozên xwe ji bo vegerandina iraqiyan piştî cejna Remezanê nû kirin.

Li Kampa Holê derdora 40 hezar û 875 iraqî ji penaber û malbatên DAIŞ`ê dimînin. Ew penaber ji sala 2015`an ve piştî ku DAIŞ`ê rûberên berfireh ji Iraqê dagir kirin  xwe spartin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku QSD`ê ji DAIŞ`ê rizgar kirin.

Azarên iraqiyên di nav kampên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de yên dixwazin vegerin warê xwe berdewam in. Hikumeta Iraqê dem demê sozên ne rast ji bo vegera iraqiyên dide. Bi taybet Kampa Holê ya li nêzî sînorên Iraqê û bi 45 km li rojhilatê kantona Hesekê ye.

Penabera iraqî bi navê Zeyneb Ewad ji parêzgeha Enbar e û 47 salî ye, li ber odeya pirsa rêwîtiyên ber bi Iraqê ve sekinîbû û bi dest zarokê xwe girtibû wiha digot: "Em dixwazin vegerin welatê xwe. Ji derdora du mehan ve min navê xwe ji bo vegerê qeyd kiriye. Rêveberiya kampê jî dibêje ku aliyê iraqî rê li pêşiya vegera me girtiye. Em banga bilezkirina destpêkirina rêwîtiyên vegerê ber bi Iraqê ve dikin."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya Rêveberiya Kampa Holê di Adara borî de bi Wezareta Mafên Mirovan û Karûbarên Penaberan a Iraqê re hate ba hev. Wezaretê di civînê de diyar kir ku hikumeta Iraqê erê kiriye ku penaberên iraqî vegerin. Lê li gorî hevseroka kampên Kantona Hesekê Macîde Emîn, heta niha tu rêwîtiyek ber bi Iraqê ve pêk nehatiye.

Ciwanê iraqî Mihemed Şikir ê 27 salî ji parêzgeha Selahedîn û cilên zarokan difroşe niştecihên kampê. Şikir bang li hikumeta Iraqê kir ku rewşa penaberên iraqî di ber çavan re derbas bike yên ku dixwazin vegerin warên xwe û wan vegerîne.

Jina temenmezin Dele Mihemed Hisên (80) di destpêka axaftina xwe de bi nûçegihanê ajansa me re got: "Kesek min li vir tune ye, ez dixwazim vegerim welatê xwe. Xizmên min hemû li wir in. "

Girêdayî mijarê hevseroka Kampên Kantona Hesekê Macîde Emîn got: "Hejmara penaberên iraqî di nav Kampa Holê de gihaştiye 40 hezar û 875 penaberî. Hejmara kesên ku navên xwe li Buroya Tomakirina rêwîtiyên vegerê ber bi Iraqê ve tomar kirine derdora 2 hezar malbat in. Me belgeyên hemû malbatan ji bo vegerê bi dawî kirine. Tenê em li benda hikumeta Iraqê ne da ku rê li pêşiya vegera wan veke û wan bi rêya rêxistina NY`î radestî Wezareta Mafên Mirovan û Karûbarên Penaberan a Iraqê bikin."

Mudirê Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor a Herêma Rojhilata Navîn Fabrizio Carboni di 11`ê Adara borî de gotibû, li gorî peymana bi hikumeta Iraqê ya li Bexdayê re , tê payîn ku di çend hefteyên pêşîn de derdora 20 hezar penaberên iraqî yên ku li Sûriyê ne bi taybet Kampa Holê vegerin warên xwe.

Macîde di hevdîtinekê de li gel ajansa me destnîşan kir ku hikumeta Iraqê beriya vê bi demeke nêz peywendî bi Rêveberiya Kampa Holê re ava kir û ji nû ve soza vegera hemwelatiyên xwe yên iraqî daye. Her wiha gotiye rêwîtî piştî cejna Remezanê destpê dikin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo sivikkirina zextê li ser Kampa Holê, gelek hewldanên xwe di warê vegerandina penaberên iraqî de ji warên xwe re kirine bi taybet piştî ragihandina hikumeta Iraqê têkçûna DAIŞ`ê di 9`ê Kanûna 2017`an de û vegera piraniya erdnîgariya Iraqê di bin serweriya artêşa iraqî de.

(şx)

ANHA


Mijarên Din