Piştî çend saetan ji rawestandinê, rejîmê careke din herêma bêçek topbaran kir

Li herêma qaşo bêçek careke din topbaran çêbû. Balafirên şer ên rejîmê bejahiyên Idlibê û Hemayê ji sibeha îro ve piştî 9 saetan ji rawestandinê, bombebaran kirin.

Sibeha îro, li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihandiye, topbaran li herêmên bejahiyên Idlib û Hemayê li herêma qaşo bêçek çêbû.

Balafirên şer ên rejîmê zêdetirî 19 êrîşên esmanî li herêmên Kefir Zîta, Letamine, Zekat, Erbeîn li bejahiyên bakurê Hemayê û Cibînê li bakurê rojavayê Hemayê û bajarê Xan Şêxûn û derdora Hibêt ên bejahiyên başûrê Idlibê pêk anîn.

Gelek balafirên şer ên rejîmê piştî rawestandina 9 saetan li esmanê herêmê geriyan. Bombebarana esmanî li herêmê piştî nîvê şevê ta van kêliyan dewam dike. Li rexê jî bejahiyên Heleb, Hema û Idlibê dikirin hedef.

Hêzên rejîmê şeva berê ta vê kêliyê nêzî 150 roket û moşek avêtin deverên bajarokên Kefir Zîta û Morik ên bejahiyên bakurê Hemayê û bajarokên Kemare, Cezraya, Raşidînî Xan Toman, Xan Esel ên bejahiyên başurê rojavayê Helebê û bajarokê Meiret Herme û derdora Xan Şêxûn ên bejahiyên başurê Idlibê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku di encama avêtina roketan ji hêla hêzên rejîmê ve li ser herêma Morik ku nuqteya kontrolê ya Tirkiyê tê de ye, şewatê rû da. Li rexê jî beriya çend rojan dîsa nuqteya kontrolê ya Tirkiyê ya li Şêr Mixar bû hedefa hêzên rejîmê û di encamê de şewat çêbû û hin leşker ji yên dagirkeriya Tirkiyê birîndar bûn.

Bombebaranên dijwar li herêmên qaşo bêçek dibin sedem ku sivîl jiyana xwe ji dest bidin. Di encamê de, li Idlibê gelek kesan jiyana xwe ji dest da, ji wan 5 sivîl û 3 zarok di encama bombebarana balafirên şer ên rejîmê li ser bajarokê Bare de, jiyana xwe ji dest da.

Her wiha  3 sivîlan di encama topbaranên hêzên rejîmê li ser bajarê Meiret Niuman ê başurê Idlibê, 3 din jî li Fitêre û sivîlek jî li derdora gundê Has ê başûrê Idlibê de jiyana xwe ji dest da.

Serjimara kuştiyên sivîl ji destpêkirina şerê dijwar ta duh, gihîşt 425 sivîlan. Ji nav wan jî 102 zarok û 89 jin di encama bombebaran û topbarana rejîmê bi garantoriya Rûsya de hene.

Li herêma bejahiyên Hemayê di hefteya borî de şerekî giran rû da. Bi wê re jî komên çete gelek nuqte serwer kirin. Lê rejîmê gelek êrîş kirin û di encamê de, Celeme ya stratejîk xiste bin serweriya xwe, lê li aliyekî dîtir jî nikarî zêdetir ber bi Til Milih û hin herêmên ku ji dest dane ve, bi pêş de biçûya.

(fr/kc)


Mijarên Din