Piştî civîna Astanayê li “herêma bêçek” 145 kuştî hene

Di berbanga îro de baregeha Himêmîm a Rûsyayê li Sûriyê rastî êrîşên balafirên bê ajokar hatin. Li aliyekî din jî topbarana li ser herêmên bêçek didome. Her wiha balafirên Rûsya êrîşî bejahiya Hemayê kir ku di encamê de piştî civîna Astanayê 145 kuştî çêbûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku teqînên herî dijwar di berbanga îro de li herêma çiyayên bejahiya parêzgeha Laziqiyê rû dan.

Gelek çavkaniyan ji Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê re tekez kir ku teqînên ku rû dane ji ber parastina hewayî ya li dijî balafirên bê ajokar ên ku hewl didan balafirgeha Himêmîmê ya leşkerî ya ku baregeha herî mezin a leşkerên Rûsyayê li Sûriyê ye, bûn.

Ev êrîş jî ji ber êrîşek mîna wê beriya 48 saetên borî de rû dabû, hat. Her wiha komên çete di berbanga roja înê de bi roketan balafirgeha Himêmîmê kir hedef.

Li herêma bêçek asta şer bilind dibe

Girêdayî mijarê, balafirên şer ên Rûsyayê asta topbaranê li herêmên bê çek piştî şeva berê bilind kir. Herêmên Sehil El-Xab ên bejahiya Hemayê hatin hedefkirin. Jidestdana jiyana 3 sivîlan hate sepandin û 10 kes jî birîndar bûn. Ew jî ji ber pêkanîna balafirên şer ên Rûsyayê 4 êrîşên li ser deverên bajarokê Kelha Medîq a bejahiya bakurê rojavayê Hemayê bû.

Her wiha balafirên Rûsyayê 3 êrîşên hewayî li ser gundê Hewaş li heman bejahiyê pêk anîn û di encamê de ziyanên madî rû dan.

Di heman çarçoveyê de hêzên rejîmê jî piştî nîvê şevê din herêmên gundên Hiwêz, Enkawî, Hiwêca û Hewaş ên bajahiya bakurê rojavayê Hemayê û 2 gundên Lehaya û Erbeîn a bejahiya bakurê Hemayê topbaran kirin. Her wiha jî herêmên din li bajarokê Xiwên û gundê Zîzor li bejahiya başûrê rojhilatê Idilbê topbaran kir û di encamê de gelek ziyanên mirovî rû dan.

Bîlançoya bilindbûna şer piştî gera Astanayê

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan diyar kiriye, herêmên bêçek bi gera 12’emîn a civînên Astanayê re rastî êrîşên dijwar hatin.  Her wiha bîlançoya ziyanên mirovî yên li herêmên bêçek a 8 rojan gihaşt 145 kuştî ji Idlib û Hemayê.

(fr)


Mijarên Din