Piştî DAIŞ'ê êlên Ereb ji nûve xwe bi rêxistin dikin

Êlên Ereb ên rojhilatê bajarê Dêrazorê piştî ku di serdema DAIŞ`ê de hatibûn paşguhkirin û piraniya rûspiyên wê koçber bûbûn, niha piştî salekê ji rizgarkirina herêmê, carek din rol û bandora xwe di civakê de dilîzin û alîkariya Meclisa Sivîl a Dêrazorê dikin.

Rojhilatê gundewarê Dêrazorê bi taybet herêma di navbera bajarokê Basîra û Baxozê de bi taybetmendiya xwe ya êlan tê naskirin.

Ruxmî ku Partiya Baas rola êlan û rûspiyan paşguh kiribû, lê êlên herêmê kevneşopiyên xwe di zeftkirina pirsgirêkên civakên xwe de parastin.

Girêdayî wê rûspiyê êla El-Xinafir û endamê Meclisa Bajarokê Baxozê Hewas El-Casim got: "Hevsengiyek, peywendiyek û hevgirtinek di navbera êlên xeta rojhilat de heye. Ew êl kevneşopiyên xwe yên êlî parastin."

El-Casim êl wek bingeha civaka herêmê hesiband û diyar kir ku rolek sereke di çareserkirina pirsgirêkên herêmê de dilîzin.

Li bajarokê Baxozê 8 êlên Ereb hene. Êla herî mezin êla El-Mirasm e. Piştre êla El-Cebûr, El-Mitlwîn, El-Agîdat, El-Denden, El-Xinefir û El-Miraşde. Ev têkilî tevnek êlî ku herêmê bi giştî rave dike, ava dike.

El-Casim wiha domand: "Ji êlan beş şax dibin. Her beşek rûspiyê wê heye. Rûspî jî girêdayî heman pêkhateyê ne. Rûspî bi awayekî asayî civînên xwe lidar dixin, pirsgirêk û nakokiyên herêmê çareser dikin. Ev taybetmendî ji hezaran salan li herêmê tên naskirin. Kesek nikare dev jê berde."

Şerê li Sûriyê rû daye bandor li rola êlan di civakê de kir. Civaka ku piştî koçberiya piraniya endamên wê û rûspiyên êlan parçe bûye.

Di vî warî de El-Casim dibêje: "Şer gelek dijwar bû. Bandor li têkiliya êlê kir. Ji ber ku rûspiyên êlan û kesên xwedî biryar ên wan êlan koçber bûn."

DAIŞ`Ê ROLA ÊLAN PAŞGUH KIR Û PARÇE KIRIN

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve û heta destpêka sala 2014`an êlên herêmê girêdan, urf û adetên xwe parastin. Hewas El-Casim wiha behsa vê mijarê kir: "Di şerên di navbera 2011 û 2014`an de bandora êlan heta radeyekê hebû. Lê piştî ku DAIŞ`ê di 2014`an de herêm dagir  kir, rol û bandora êlan li ser civakê zaîf bû. Kiryarên DAIŞ`ê li dijî rêgez û urfên êlên herêmê bûn. "

El-Casim wiha berdewam kir: "Piştî rizgarkirina herêmê ji DAIŞ`ê beriya salekê, êlên herêmê rol û bandora xwe di civakê de vegerandin. Lê hîna hinek rûspiyên êlan venegerîne herêmê."

Di dirêjahiya 4 salên ku DAIŞ`ê herêmê dagirkirbû de, hejmarek mezin ji şêniyan ber bi derveyî welat koçber bûn. Di nav de rûspî û şêxên êlên herêmê. Ew jî bû sedema parçebûna êlan.

Têkildarî mijarê rûspiyê êla El-Mirasme Zîb Xelef Dawûd got: "DAIŞ`ê tu girîngî neda êlan, rola rûsiyan paşguh kir û êdî nêrîna wan nema. Êdî nikarîn rolek di çareserkirina pirsgirêkên civaka xwe de bilîzin. Ev jî bû sedema ku rûspiyên êlan koçber bibin. "

Dawûd diyar kir ku êlan piştî rizgarkirina herêmê ji DAIŞ`ê bi rêya Meclisa Sivîl  rolek di vegera şêniyan de û komkirina wan ji nû ve lîstin. Meclisa Sivîl a Dêrazorê rola êlên herêmê vegerand.

Ji ber xwezaya herêmê ya êlî, hinek alî dixwazin rûspiyan bikar bînin da ku bigihêjin armancên xwe yên siyasî û êlan li hev sor bikin. Lê heta niha êl guh nedane mîna van lîstokan.

Girêdayî vî warî Dawûd got: "Hinek alî hewl didin rûsiyên êlên herêmê bikar bînin û bikşînin aliyê xwe da ku berjewendiyên xwe pêk bînin. Lê êlên herêmê wê civaka xwe bi rêya Meclisa Sivîl a Dêrazorê biparêzin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din