Piştî daxuyaniyên Rûsyayê  yên li ser Idlibê amadekariyên nû yên rejîmê

Hêzên rejîmê amadekariyên mezin derbasî bejahiyên Idlibê kirin û gotegotên li ser hemleyeke leşkerî tên kirin. Ew jî piştî daxuyaniya Rûsyayê ya serweriya li ser Idlibê pêk tê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku hêzên rejîmê amadekariyên leşkerî yên mezin xistine nuqteyên başûrê bejahiya Idlibê.

Vê sibehê karwanekî leşkerî yê mezin ji panzêr, tank, alavên giran û leşker û serbazan gihîştin bajarê Xan Şêxon ê bejahiya başûrê Idlibê. Karwanekî leşkerî yê dîtir jî gihîşt derdora Sincar a bejahiya rojhilatê Idlibê.

Navendê diyar kir ku hêzên rejîmê şêniyên gundên herêma Sincarê der barê valakirina gundan de agahdar kirine. Her wiha ji odeya oparasyonan a rejîma leşkerî ku çavdêriya wê serbazên Rûsyayê dikin ku amadekariya xwe li ser derdora rojhilatê bajarê Idlibê bigirin. Bê wê re jî tê destnîşankirin ku şerek nû nêz bûye ku di çend saet an jî çend rojên pêş de pêk bê.

Girêdayî mijarê balafirên şer ên Rûsyayê derbeyên xwe li ser qaşo herêma bêçek pêk anîn. Her wiha Ebû Mekê û Heran ên bajarê Idlibê, derdora gundê Serman û derdora bajarokê Cercenaz ê bejahiya Meiret Nûman ê rojhilatê bejahiya Idlibê, hedef girtin.

Li aliyekî din jî têkildarî mijarê, hêzên rejîmê yên bejahî herêmên Hîş, Sehyan, Sehal, Serc û Til Dem ên bejahiyên başûr-rojhilatê Idlibê topbaran kirin.

Serokatiya Rûsyayê der heqê çeteeyên li Idlibê de got bi fikar e û texmîn kir ku dê di nêztirîn demê de li ser serwer be. Ev jî piştî civînên gera 14’an ji civînên Astanayê û binketina gera 2’yan a civînên qaşo bi navê komîteya destûrê pêk hatin.

(fr)


Mijarên Din