Piştî derbeya li Idlibê Tirkiyê derî li pêşiya penaberan vekir

Berpirsek Tirk peyabilin ji Reutersê re got Tirkiyê biryar da rêyên bejahî û deryayî li pêşiya penaberên Sûriyê veke ji bo ku derbasî Ewropayê bibin. Ev biryar piştî derbeya ku Tirkiyê li Idlibê xwariye hat.

Berpirs eşkere kir ku li bendê ye ku penaberên Sûriyê ji Idlibê bigihêje Tirkiyê.  Her wiha diyar kir ku desthilata Tirkiyê yên aliyên ewlehiyê  ferman dane ku asayîşa deryayî û ewlehiya sînor dest bi penaberên ku diçin Ewropayê nedin.

Ev biryar piştî ku bi dehan leşkerên Tirk di encama bombebarana balarfirên Rûsyayê de hatin kuştin, hat.

Biyara Tirkiyê wek bertekekê li hember bêdengiya ewropî û çima piştgiriya Erdogan di şerên li Idlibê de li dijî Rûsyayê, nakin tê hesibandin.

(şx)

 


Mijarên Din