Piştî Efrînê, artêşa dagirker vê carê Şehbayê topbaran dike

Piştî topbarana li ser gundên Şera ya Efrînê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê carê gundê Helîsa yê navçeya Fafînê û derdora Dibistana Muşat a navenda navçeyê, topbaran dike.

Nûçegihanê ajansa me ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de, gundê Helîsa yê navçeya Fafînê û derdora dibistana Muşat a navenda navçeyê ya girêdayî kantona Şehbayê, bi çekên giran topbaran dike.

Nûçegihanê me got heta niha derbarê encamên topbaran tu agahî negihiştin ber dest û topbaran dewam dike.

(kc)

ANHA


Mijarên Din