Piştî erdhejê 3 hezar malbatan berê xwe da Şehbayê

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê têkildarî encamên erdhejê raporek weşand. Di raporê de tê gotin ku derdora 3 hezar malbatan xwe li Şehbayê girtiye.

Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê raporek li ser encamên erdhejê yên li her du taxan amade kir.

Li gorî raporê, ji ber erdhejê, ji her du taxan 6 kes jiyana xwe ji dest da û 100 kes jî birîndar bûne.

JI BO 150 AVAHIYAN METIRSIYA HILWEŞÎNÊ HEYE

Di raporê de behsa avahiyên hilweşiyayî jî hate kirin. Hate gotin: “Derdora 150 avahî û mal hilweşiyan. Di encamê de 50 hezar sivîlên li van avahiyan diman, xwe li malên yekqatî girt. Her wiha derdora 10 hezar kesên din xwe spart kon û navendên hewandinê yên demkî.”

Li gorî rapora meclisê, ji her du taxan derdora 3 hezar malbatan xwe li kantona Şehbayê girtiye, ji ber helweşîna avahiyên qelişî dibe ku ev hejmar zêdetir bibe.

PÊWÎSTIYÊN BINGEHÎN

Di raporê de îşaret bi alîkariyên ku ji şêniyan re hatine pêşkêşkirin hate kirin û hate gotin, 50 hezar paketên xwarinê, 25 hezar paketên tibî, nivîn ku têra 50 hezar kesî dikin, hatin pêşkêşkirin. Her wiha pêwîstiyên tîmên parastina sivîl ku ji 30 kesan pêk tên, hatin pêşkêşkirin.

Di beşeke din a raporê de hate gotin ku pêwîstiyên her du taxan bi hemu cureyên dermanan, bi taybet ên tansiyon, şekir, sîrom û pêwîstiyên din ên dermankirinê heye.

(bb)

ANHA


Mijarên Din