Piştî ew ji warê wî derxistin, li Şehbayê bi derfetên kêm sazê çêdike

Bekir Ehmed Xelîl (50) ku ji ber zilma dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê neçar ma bere xwe bide Şehbayê, ji zarokatiya xwe ve fêrî lêdana sazê bû. Dema mezin bû çêkirina sazê fêr bû û niha jî dikaneke biçûk a sazê li Şehbayê vekiriye. Apê Bekir karê xwe yê çêkirina amûra sazê wekî gavek ji bo parastina çand û kevneşopiya gelê Kurd dibîne.

Apê Bekir angu Bekir Ehmed Xelîl mîna bi hezaran şêniyên kantona Efrînê ji ber êrîşên dijwar ên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser kantonê berê xwe da Şehbayê. Dagirkeran mal û milkên Apê Bekir talan kirin, lê ew teslîm nebû û li Şehbayê berxwedana xwe didomîne.

Bekir Ehmed Xelîl di sala 1969‘an de li gundê Goliya yê navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ji dayik bûye. Di 12 saliya xwe de fêrî lêdana sazê bûye.

Apê Bekir ê piştî bombebarana dewleta Tirk û çeteyên wê li ser Efrînê neçar ma berê xwe bide Şehbayê. Li wir bi derfetên kêm xwe fêrî çêkirina sazê kir. Piştî ku ceribandina wî ya yekem biser dikeve, dest bi çêkirina sazan dike û gelek sazan çêdike. Ji bo hezkirina xwe ya ji sazê û debara xwe li gundê Babins ê Şehbayê dikaneke biçûk a sazê vekir.

Apê Bekir ji ajansa me re diyar kir, wî di zarokatiya xwe de ji sazê hezkiriye, xwe fêr kir û herî dawî amûra sazê çêkir û got: "Ez sazê ji textên darên zeytûn û tûyan çêdikim. Piştî serkeftina tecrûbeya yekemîn ez pir kêfxweş bûm, ev serkeftin hêz da min ku vê tecrûbeyê bidomînin. Niha di çêkirina sazê de bûme pisporek baş.”

Apê Bekir beriya vê karî bike, di çêkirina pêlavan û ajokariyê de dixebitî. Di sala 2008‘an de bi tawanên siyasî ji aliyê rêjîma Baasê ve hate girtin û 3 salan di girtîgehê de ma.

Apê Bekir karê xwe yê çêkirina amûra sazê wekî gavek ji bo parastina çand û kevneşopiya gelê Kurd dibîne û wiha dibêje: “Ez niha dikarim amûreke xweşik a sazê çêkim. Di demê vale de jî li malê sazê lêdixim."

Apê Bekir di peydakirina madeyên pêwîst ên çêkirina amûra sazê de zehmetiyan dikişîne.

 (bb/bm)

ANHA


Mijarên Din