Piştî Eyn Îsa û Til Temirê tevger û sewqiyatên dagirkeran li derdora Zirganê

Çavkaniyan ji ANHA`yê re eşkere kir ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê tevgera xwe li eniyên navçeya Zirganê zêde kirin. Her wiha leşkerên artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyan li herêmê belav dibin û balafirên keşfê rojane li asîmanê herêmê digerin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên bi navê ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ nuqte û hêzên xwe li gundên di bin dagirkeriya wan de yên li ser xetên şer, zêde dikin.

Piştî êrişên rojên borî ku çeteyên dewleta Tirk li dijî navçeya Eyn Îsayê pêk anîne, nûçegihanên me xurtkirina hêza leşkerî û zêdekirina nuqteyên çeteyan û baregehên wan ên leşkerî li rex rêya M4 li rojavayê navçeya Til Temir a kantona Hesekê, şopand.

Her wiha nûçihanên me xwe gihand xetên şer ên navçeya Zirganê ya girêdayî kantona Hesekê û nuqteyên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên nêzî bajêr şopandin.

Çavkaniyan ji ANHA`yê re diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hêza xwe li xetên şer zêde kirin û çekên din sewqî gundên di bin dagirkeriya wan de û baregeha dewleta Tirk a 2 km li rojavayê navçeya Zirganê, kirin.

Li gorî çavkaniyan, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hêza xwe li gundên Enîq El-Hewa, Til Mihemed, Bab El-Xêr û Um Işbê zêde kirin.

Her wiha artêşa Tirk vê dawiyê leşkerên xwe li kêleka çeteyan li xetên şer ên gundewarên Zirganê belav kirin.

Çavkaniyekî ewlehiyê jî destnîşan kir ku balafirên keşfê yên dewleta Tirk rojane li asîmanê herêmê digerin.

ANHA`yê di 26`ê vê mehê de, zêdekirina dagirkeriya Tirk û çeteyên wê nuqteyên xwe li gundên rojavayê navçeya Til Temirê li rex rêya M4 û tevgerên zêde yên dagirkeran, şopandibûn.

ANHA


Mijarên Din