Piştî gefên li dijî Erdogan...artêşa Lîbyayê derbeyan pêk tîne

Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê li gelek herêman êrişî hêzên Wîfaqê û çeteyên Tirkiyê kir û artêşê ragihand ku di saetên pêş de dê hîn zêdetir êrişî çeteyên Tirkiyê bike, ji ber vê yekê divê gel ji malên xwe dernevkevin.

Fermandariya Giştî ya Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê di rûpela fermî ya berdevkê xwe Ehmed Mismarî de daxuyaniyek da û got: "Hêzên Asîmanî li herêma Esabîa û derdora wê êrişî hêzên Wîfaqê ya ku dewleta Tirk destekê dide wan dike."

Artêşa Nîştimanî nuqteyên hêzên Wîfaqê yên li baregeha Wetiyê kirin armanc.

Duh artêşa Lîbyayê parve kir ku li asîmana Terhûna ya başûrê paytexta Trablusê balafireke keşfê xisteye xwarê. Di nava çend saetan de artêşê du balafir ruxandin.

Her wiha duh çavkaniyeke leşkerî ragihand ku her du balafiran dixwestin êrişî nuqteyên li nava bajarê Terhûna ku 88 km dikeve başûrê Terablusê bikin, lê balafirên artêşê bersiv da û beriya ku armanca xwe bi cih bînin balafir xistin xwarê.

Ev êriş piştî serokê erkana hêzên asîmanî yên artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Seqir El-Ceroşî anîbû ziman ku çekên asîmanî dê di saetên pêş de derbeyên mezin ên di dîroka Lîbyayê de di saetên pêş de pêk bînin, ew ê rewş cuda be û dê Erdogan bibîne. Di heman demê de dewleta Tirk hêj li Lîbyayê destekê dide milîsên terorîst û hewl dide pêşdeçûna artêşa Lîbyayê asteng bike, ji ber artêş li dijî milîsên terorîst û tundrewan disekine.

Serokê erkanê wiha axaftina bi dawî kir: "Em careke din milîsan û alîgirên wan hişyar dikin û dibêjin xwe radest bikin û li hêzên artêşa Lîbyayê nesekinin."

(eh)


Mijarên Din