Piştî girtina deriyekî sereke asta rageşiya di navbera Xeza û Îsraîlê de zêde bû

Li gel zêdebûna asta rageşiyê bi Xezayê re, artêşa Îsraîlê deriyê Kerem Ebû Salim ê bazirganiyê girt. Li gorî pêşbiniyên çavdêran, girtina derî dê asta nakokiya di navbera komên Filistînê yên li Xezayê û artêşa Îsraîlê de gur bike.

Îro artêşa Îsraîlê li gel berdewamkirina avêtina balonên sojer û bombebarkirî ji Xezayê ber bi wargehên Îsraîlê ve yên li nêzî Xezayê ku di encamê de şewatên mezin çêbûn, deriyê Kerem Ebû Salim li pêşiya çûn û hatinê ji bilî derbasbûna sotemenî û alîkariyên mirovî bi temamî girt.

Li gorî pêşbîniyên çavdêrên ji Filistînê, girtina deriyê bazirganiyê yê sereke, dibe ku bibe sedemeke din ku nakokiya di navbera Xeza û artêşa Îsraîlê de gur bibe.

Tevgera Hemasê wek bersivdayîna gefên Îsraîlê vê sibehê 9 moşek ber bi deryayê ve avêtin. Çavdêrên Îsraîlê vê tecrubeyê wek nameyeke gefê li dijî Îsraîlê dinirxînin.

Malpera Walla ya Îsraîlê ku agahiyên xwe dispêre rayedarên ewlehiyê yên Îsraîlê, ragihand ku armanca berdewamiya balonên sojer ji Xezayê ber bi Îsraîlê ve, pêkanîna zextê ye ji bo ku Îsraîl sozên lihevkirinên agirbest û projeyên sivîl ên girêdayî binesaziyê li Xezayê pêk bîne. Her wiha ew di çarçoveya nerazîbûnên derengmayîna derbaskirina alîkariyên Qeterê ji Xezayê re tên.

Malperê bi bîr xist ku Hemasê bi rêya navbeykaran nameyên xwe ragihandine Îsraîlê. Naveroka wê jî li gorî malperê wiha ye: “Derengmayîna derbaskirina pereyên Qeterê nayê qebûlkirin. Li rex wê jî pêkanîna projeyên girêdayî tevna civakî ya şêniyan û agirbesta ku hikumeta Îsraîlê soza pêkanîna wê daye, dereng mane.”

(şx)


Mijarên Din