Piştî girtina tedbîran sibe qedexeya derketina derve li Şehayê dikeve meriyetê

Hevserokê Meclisa Rêveber a herêma Efrînê Bekir Elo destnîşan kir ku Şaneya Kirîzê ya ku di vê dawiyê de ava bûye, bênavber kar dike û tedbîrên nû girêdayî xweparastinê ji vîrûsa Korona û hinek din ji bo xizmeta şêniyan girtine. Li ser wê ji sibe ve qedexeya derketine derve destpê dike.

Elo di destpêka axaftina xwe de got: "Me şaneya kirîzê ji bo girtina tedbîran li dijî vîrûsa Korona ava kir. Şane ji meclisên kantonên Efrîn, Şehba, Meclisa Rêveber, Şaredariya Gel û Desteya Tenduristiyê pêk tê."

Di vê dawiyê de şaneyê civînek lidar xist. Di civînê de gelek biryar dan girêdayî wê Elo got: "Şaneyê di civîna xwe de gelek biryar dan, jê nexweşxaneya Avrîn wê haletên awarte pêşwazî bike. Desteya Tenduristiyê wê dest bi hemleyên hişyarkirinê ji vîrûsê bike da ku perspektîfên xweparastinê ji vîrûsê belav bike. Şaredariya Gel jî wê sazî û meclisan dezenfekte bike. Di hemleya duyemîn de wê tax û kolanên sereke pak bike, di hemleya sêyemîn de wê tevahiya malan pak bike."

Elo wiha domand: " Wek tedbîrekê ji bo ku şênî kom nebin wê komînan, ji niha û pê ve alîkarî, nan û tevahiya pêwîstiyên gel wê li malên wan bêne belavkirin berovajî her carê ku şênî bixwe ji komînan dibirin.."

Elo bang li gel kir ku biryarên Rêveberiya Xweser a qedexeya derketina derve li kantona Şehbayî bînin cih û got: "Em bang li gel û şêniyên xwe dikin ku biryarên Rêveberiya Xweser ên girêdayî qedexeya derketina derve li kantona Şehbayê bînin cih. Xwe berpirs bibînin. Ji ber ku kantona Şehba rastî gelek şeran hatiye. Ji ber wê ne amadeye li dijî nexweşiyan liber xwe bide. Karantînayên hatine avakirin li gorî derfetên me ne."

Di dawiyê de Elo behsa komînan kir û got: "Bi rêya komînan madeyên paqikiyê li ser şêniyan hatin belavkirin, wek gavekê ji bo ku alîkariya wan bikin. sibe jî qedexeya derketina derve li kantona Şehba dikeve meriyetê. Tenê aliyên ku divê li ser karê xwe bin wê kar bikin. lewra em geşbînên ku gel bi erênî vê biryarê pêk bîne. Ji bo rewşên awarte, hevserokên komînan hejmarên telefonên xwe li şêniyên malên girêdayî komînên xwe belav dikin. Ji bo ku ger rewşek awarte rû da wan agahdar bikin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din