Piştî hevdîtina bi Ocalan re êdî fikrên wî belav kirin

Piştî ku Ehmed Ceer di salên 90`î de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dît, jiyana xwe ji bo pêşxistina xwe û belavkirina ramanên Ocalan derbas kir û dibêje "Tiştên ku bandor li min kir, piştî hevdîtina min a bi Ocalan re, karê min ê têkoşînê ye."

Welatiyê bi navê Ehmed Cefer ê 60 salî ji şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê ye. Ji sala 1982`yan ve dema ku leşkeriya Sûriyê li Lubnanê dikir, felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir.

Piştî ku di felsefeyê de kûr bû, bû yek ji serkêşên hemû xebatên têkoşînê.

Di sala 1988’an de derfet ji Cefer û komeke sivîlan re çêbû ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li maeke li taxa Seyîf El-Dewlê li bajarê Helebê bibînin.

Der barê wan kêliyan de Ehmed Cefer wiha dibêje: "Rêbaza rêber Ocalan bi rêya kesayeta wî ya bihêz morala min bilind kir, di hundirê min de rihê tolhildana ji bo şehîdan ava kir."

Ehmed Cefer wiha dirêjî da axaftina xwe: "Serok li ser rêya ku divê her ferdek ji bo xîtab û rêbaz û dan û standina bi hevalên xwe re axivî û diyar kir ku divê rihê hevaltiyê li ser bingeha pernsîbên demokratîk û biratiya gelan ava bibe. Serok di nav axaftinên xwe de li ser girîngiya perwerdeyê li ser jiyana her ferdekî ku divê her tim bibe da ku bikare bigihîje rastiyê bi rêya analîzkirinê.”

Piştî hevdîtina Ehmed bi Ocalan re, di dilê xwe de israra gihandina armancên xwe çand, her wiha têkiliyên xwe bi hevalên xwe re li ser bingeha gihandina armancên azadiyê, çêkir.                                                                        

Ehmed di nav axaftinên xwe de wiha got: "Tiştê bandor li min kir, piştî hevdîtina min a bi Serok re, karê min ê têkoşînê di nav rêxistinê de bû. Ji ber ku em ji ber zextên hikumeta Sûriyê bi dizî dixebitîn, armanca min a dawîn gihandina azadî û xwe danasînê ye.”

Welatiyê bi navê Ehmed Cefer di dawiya axaftina xwe de soza xwe ji bo belavkirina ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nû kir.

(jo)

ANHA


Mijarên Din