Piştî hewldana çeteyan a pêşdeçûnê li herêmên bêçek topbaranê dest pê kir

Di saetên vê sibehê de li herêmên qaşo bêçek piştî hedefgirtina çeteyan bi piştevaniya Tirkiyê li ser herêmên ku vê dawiyê ketine bin serweriya hêzên rejîmê li bejahiyên Hemayê, careke dîtir bombebaranê dest pê kir.

Şer di navbera hêzên rejîmê û komên çete de ku Tirkiye li herêmên qaşo bêçek piştevaniya wan dike, didome. Di saetên vê sibehê de çeteyên Tirkiyê deverên Til Hewaş, Kerkat, Musterîha ya li çiyayê Şehşebo û Hiwêz a li Sehil El-Xab ku rejîm vê dawiyê serweriya wan dike, topbaran kirin.

Li aliyekî dîtir jî çeteyan êrîşî Hiwêz a Sehil El-Xab kir. Her wiha şerên dijwar di navbera çete û hêzên rejîmê de di nava hewldanên çeteyan ên pêşdeçûnê û vegerandina serweriya herêmê de rû dan.

Bi êrîşa çeteyan a li ser herêmên di bin serweriya hêzên rejîmê de, balafirên şer li asîmanên bejahiyên Hema û Idlibê firiyan. Di encamê de 16 derbe li derdorên Serce, Hirş Binîn, Kefir Uwêd, Meiret El-Niuman, Erêbne, Xan Şêxon, Kefir Calis û derdorên rojavayê bajarê Idlibê dan.

Balafirên şer ên Rûsyayê piştgiriya helîkopterên rejîmê kir û gelek topbaran li Dêr Sinbul û Webêde yên çiyayê Şehşebo pêk anîn. Di heman demê de Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan kuştina mirovekî ji ber birînên wî di encama bombebaranên balafirên şer ên rejîmê li bajarokê Kefir Zîta yê bakurê Hemayê de belge kir.

(fr)


Mijarên Din