Piştî hewldana derbeyê gelek efserên Sûdanê û serokerkan hatin girtin

Dezgehên çapemeniyê diyar kir ku Meclisa Leşkerî ya Sûdanê ji ber hewldana derbeyê, efserekî payebilind û fermandarên artêşê, di nav de serokerkan, girtin.

Televîzyona El-Erebiye li ser zimanê çavkaniyên Sûdanê ragihand ku Meclisa Leşkerî ya Demkî ya Sûdanê efserekî payebilind û fermandarên rejîma berê girtin, da ku di doza hewldana derbeya leşkerî de lêpirsîn bike.

Televîzyonê diyar kir ku serokerkanê hevbeş Haşim Ebdilmetleb, fermandarê çekên giran Nesiredîn Ebdulfettah, fermandarê herêma navendî general Behir, fermandar Elî Kertî û Zûbêr Ehmed El-Hesen hatin girtin.

Çavkaniyan destnîşan kir ku hemleya girtin û lêpirsînan li dijî hemû kesên destê wan di hewldana derbeyê de hebû, didome.

Der barê mijarê de televîzyonê wiha got: "Gelek erebeyên leşkerî yên artêşê yên leşker û doçka li ser, li bajarê Um Dirman û li kolana Nîl a nêzî avahiya televîzyon û radyoyê hatin dîtin."

(jo)

 


Mijarên Din