Piştî hilbijartinên Stenbolê çi heye?

Berpirsê têkiliyên derve û dîplomasî yê PYD’ê Bekir Hec Îsa diyar kir ku ji nû ve dubarekirina hilbijartinên şaredariya Setnbolê û bi serketina muxelefeta Tirkiyê, ji dîktatoriya desthilatdariya Tirkiyê re weke şikestinekî bû.

Di dawiya meha Adarê de hilbijartinên şaredariyan li tevahiya Tirkiyê pêk hatin. Lê serokê AKP`ê encamên hilbijartinên Setnbolê qebûl nekirin. Ji ber wê û bi gelek hincetan di 23`yê Hezîranê de hilbijartinên şaredariya li Stenbolê ji nû ve hatin dubarekirin.

Lê AKP`ê bi serkêşiya serokkomarê Tirkiyê Receb Tayîp Erdogan carek din hilbijartinên şaredariyan li Stenbolê winda kir. Vê carê cudahiya dengan di navbera bernamzetê AKP`ê Binalî Yildirim û bernamzetê CHP`ê Ekerm Îmamoglu de, mezin bû.

Girêdayî mijarê berpirsê têkiliyên derve û dîplomasî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ê herêma Firatê Bekir Hec Îsa got: “Cara yekemîn e ku partiya desthilatdar a Tirkiyê bi awayekî mezin winda dike. Lewra AKP`ê hilbijartinên şaredariyan cara yekemîn dubare kirin. Erdogan tevî partiya xwe hêvî dikirin ku Setnbolê kontrol bikin. Ji ber texmîn dikirin ku,  aliyê Stenbolê kontrol bike dê tevahiya Tirkiyê kontrol bike.”

Hec Îsa gotinên xwe wiha domand: “Ji nûve dubarekirina hilbijartinan, şikestina pişta dîktatoriyê bû û nêzikbûnek di navbera gelê Kurd û Tirk de çêkir. Ji ber wê siyaseta AKP`ê bi bin ket. Hilbijartin ji her du aliyan re bû dersek. Wan baş zanîn ku bi tena serê xwe beyî Kurdan nikarin welat bi rêve bibin.”

Bekir Hec Îsa diyar kir ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi rêya siyaseta xwe li dijî dîktetoriya AKP`ê serkeftin bidestxist.

Hec Îsa destnîşan kir ku HDP’ê dîwarê ku AKP’ê di nava gelan de daniye, hilweşand.

Çavdêrên rewşa Tirkiyê diyar dikin ku bernamzetê CHP`ê ji ber dendayîna Kurdan li ser bangawaziya HDP’ê di hilbijartinên Stenbolê de bi ser ket.

Têkildarî mijarê Bekir Hec Îsa got: “Serkeftina rastîn di hilbijartinan de serkeftina gelan li ser stemkaran bû. Nêzîkbûna ku di navber muxalefetê û  HDP’ê de, nûnertiya vîn û demokrasiya gelan dike.”

Girêdayî siyaseta Tirkiyê piştî hilbijartinên herêmî Hec Îsa got: "Dewleta Tirk li hember gelek rêyan e; di dawiya rêya yekê de hilweşîna wê ye. Ya din jî neçar dike ku siyasetên xwe li hemberî gelê Kurd biguhere û li gorî berjewendiyên hevpar ên gelan pê re danûstandinê bike. "

Hec Îsa wiha berdewam kir: "Hêza AKP`ê ne mîna beriya hilbijartinan e. Bi vê windakirinê, rola xwe wek lîstokvanek serek di şerê Sûriyê de winda kir. Bi taaybet ji ber ku partiya muxalif ji siyasetên AKP`ê û mudexeleya wê ya di xaka Sûriyê de ne razî ye."

Hec Îsa axaftina xwe wiha domand: “Eger hikumeta Tirkiyê di vê siyaseta xwe ya çewisandin û dîktatoriyê berdewam bike, dê ji bo mayîna desthilatdariya Tirkiyê rastî gelek astegdariyan bê. Di dema ku mezintirîn bajarê Tirkiyê ji hêla partiyên muxaliftê bê birêvebirin.”

Piştî windakirina Erdogan a Stenbolê, gelek nêrîn di derbarê siberoja siyaseta Tirkiyê de hatin kirin. Hindek dibînin ku dê bandor li siyaseta Tirkiyê ya derve bike, bi taybet ji ber AKP`ê siyaseta hundirîn û derve tevlihev kiriye.

Hinek din jî dibînin ku AKP`ê ya bi serkêşiya Erdogan di encama siyasetên xwe yên çewisandinê de li hundir û derve hilbijartinên herêmî winda kir.

Bekir Hec Îsa jî texmîn kir ku CHP siyaseta Erdogan napejrîne, bi taybet encamên wê siyasetê li qada siyasî û civakî li hundirê Tirkiyê dibîne.

Di dawiyê de Hec Îsa ev tişt got: “Êdî bandora Kurdan li ser qada siyasî ya bingehîn heye.”

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din