Piştî komkujiya Ebyedê li Sûdanê diyalog hatin taloqkirin

Piştî kuştina 9 xwendekaran û birîndarkirina çendên din, li Sûdanê diyaloga di navbera Meclisa Leşkerî ya Demkî û Deklarasyona Azadî û Guhartinê de ku îro li dar biketa, hate paşxistin.

Piştî rêwîtiya şandeya Deklarasyona Azadî û Guhartinê ber bi bajarê Ebyedê ve, diyaloga rasterast a di navbera Meclisa Leşkerî ya Demkî ya Sûdanê û Deklarasyona Azadî û  Guhartinê de ku divê îro bihata lidarxistin, hate paşxistin.

Di encama gaz û guleyên ku hêzên ewlehiyê di xwepêşandanên xwendekarên dibistanên bajarê Ebyedê yê wîlayeta Bakurê Kerdevanê ya li naverasta welêt reşand, 9 xwendekar hatin kuştin û çendên din birîndar bûn.

Çavkaniyan ji Erebiye Net re ragihand ku komîteyên feniyê da ku belgeya destûrî amade bikin, dirêjkirina demê dixwaze, li ser vî esasî komîteyên feniyê yên her du aliyan dê îro hevdîtina xwe berdewam bikin. 

Kombûna Pîşeyan Sûdanê got tenê desthilata sivîl dikare di hemû sûcdariyan de lêpirsînên serbixwe bike, her wiha saziya rêveber a ku çavdêriya gel dike, dikare welat ji krîzê rizgar bike. Kombûnê tekez kir ku daxwaza wan a lezgîn bê şert û merc, pejirandina ragihandina destûra sererastkirî ye.

Kombûna Pîşeyan bang li gel kir ku li dijî komkujiya Ebyedê, banga daketina qadan ji bo cezakirinê û veguhastina desthilatê ber bi desthilateke sivîl a demkî ve kir.

Di vê çarçoveyê de serokê Misrê Abdulfetah El-Sîsî pêşwaziya cîgirê serokê Meclisa Leşkerî ya Demkî ya Sûdanê Mihemed Hemdan Deqlo “Himêdîtî” kir.

El-Sîsî li ser helwesta stratejîk a Misrê der barê desteka ewlehiya Sûdanê û gelên wê teqez kir ku her wiha Himêdîtî bal kişand ser ku Sûdan dê gefên aliyan an jî kesên gefan li ewlehiya Misrê dixwin, pêşwazî nekin.

(eh)


Mijarên Din