​​​​​​​Piştî ku çete bi hev ketin, vê carê gundê Um El-KÊf topbaran dikin

Piştî ku çeteyên dewleta tirk bi hev ketin, vê carê gundê Um El-Kêf ê tijî şênî bi çekên giran topbaran kir.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker di van kêliyan de gundê Um El-Kêf ê li rojavayê navçeya Til Temirê topbaran dikin.

Tê destnîşankirin ku piştî ku çeteyên dewleta Tirk li gundên Qasimiye û Rîhaniyê bi hev ketin, berê topên xwe dan gundê Um El-Kêf û depoyên genim.

Topbarana dijwar a li dijî gund berdewam e lê tu agahiyên girêdayî ziraran nehatin bidestxistin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din