Piştî kuştina 2 leşkerên wê, artêşa Tirk sewqiyatên leşkerî dişîne Idlibê

Di encama bombebarana rejîmê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin. Artêşa Tirk a dagirker sewqiyatên leşkerî ber bi gundewarên Idlibê ve dişîne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku sewiqiyatên leşkerî yên Tirkiyê gihîştin nuqteyên Tirkiyê yên li gundewarên Idlibê. Di nava sewqiyatan de 90 erebe û sîstemên parastina hewayî hebûn.

Girêdayî mijarê SOHR’ê diyar kir ku di encama bombebarana balafirên şer ên rejîmê li ser gundewarên Idlibê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Ev yek piştî binketina roja destpêkê ji diyalogên Rûsî-Tirkî der barê Idlibê de pêk hat.

 (bx)


Mijarên Din