Piştî kuştinam fermanekî Tevgera Cîhad a Îslamî, komên Filistinê berisv dan

Îro di saetên berbanga sibê de Îsraîlê fermandarê leşkerî yê tevgera Cîhad a Îslamî ya Filistînê "Seraya El-Qudis" li Xezayê kuşt, her wiha hewl da berpirsekî derve yê tevgerê li Şamê bikuje. Ji bo bersivdayîna operasyonê komên çekdar ên Filistînî bajar û bajarokên Îsraîlê bi 60 moşekan kir hedef û di nav de Til Ebîb.

Nûçegihên me ji Xezayê ragihand ku artêşa Îsraîlê îro di saetên sibê de fermandarê "Seraya El-Qudis" baskê leşkerî yê tevgera Cîhad a Îslamî li Filistînê Beha Ebû Eta û hevjîna, kuşt. Artêşa Îsraîlê mala Ebû Eta ya li rojhilatê bajarê Xezayê kir hedef her wiha artêşa Îsraîlê hewl da fermandarê tevgerê li derve Ekrem El-Ecûrî li Şamê bikuje.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku fesîleyên Filistînê zêdeyî bi zêdeyî 60 moşek baregehên leşkerî û bajarên Îsraîlê yên nêz û dûrî Xezayê di navde Til Ebîbê, topbaran kir.

Her wiha nûçegihanê me destnîşan kir Tevgera Cîhad a Îslamî der barê kuştina Ebû Eta daxuyaniyek da. Di daxuaniyê de wiha hat gotin:"Fermandarê mezin Beha Ebû Eta û hevjîna wî di topbarana Îsraîlê de şehîd bûn. Mala wî ya li taxa El-Şucaiyê ya rojhilatê Xezayê hate hedefgirtin." Tevgera soz da ku ewê bi dijwarî bersiva operasyona Îsraîlê bibin.

Wezareta Tendirûstiyê ya li Xezayê diyar kir ku di encama topbarana Îsraîlê de du welatî û jinek hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê û Toreya Ewlehiya Giştî (El-Şabak) bi daxuyaniyeke heveş îro ragihand ku di saet 04:00`an de êrîşeke hewayî li ser avahiya ku Ebû Eta û hevjîna xwe têde bûn, pêk hat.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Ebû Eta ji mezintirîn fermandarên Tevgera Cîhad a Îslamî"

Operasyona kuştina wî ji aliyê serokê hikûmeta Îsraîlê û wezîrê Ewleiyê Benjamin Netanya ve beriya heftiyekê hatiye erêkirin.

Serokê Hikûmeta Îsraîlê Benjamin Netanya îşaret bi operasyonê kir û got "Ebû Eta" kesayeteke xeternake, pilansaziyên leşkerî yên tevgera Cîhad bi rêve dibir û tehdîd ji Îsraîlê re çêdikir.

Her wiha Tevgera Cîhad a Îslamî wiha got:"Endamê Meclisa Leşkerî yê Tevgera Cîhad a Îslamî Ekrem El-Ecûrî ji hewldana kuştina wî filitî û kurê wî li Şamê hat kuştin."

Seraya El-Qudis baskê Leşkerî yê tevgerê soz da ku ewê Îslaîlê bihejînin.

Ji aliyekî din ve jî Hikûmeta Îsraîlê ji ber bersivdayîna fesîleyên li Xezayê li başûr û navenda welêt kir betlane û gelek çalakiyên li welêt sekinand.

(bx)

ANHA


Mijarên Din