‘Piştî lihevkirina me Rêveberiya Xweser girtî berdan’

Yek ji rûspiyên êla Bekîr a Dêrazorê got encamên lihevkirina di navbera Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê û rûspî û şêxên êlan de derdivekin û got ji ber wê jî kesên ku destê wan di xwîna gelê herêmê de tune ye, serbest hatin berdan.

Li ser xwesteka şêx û rûspiyên êlên Dêrazorê bi hevkariya Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê di nava çend rojên derbasbûyî de 87 kesên ku destê wan di xwîna gelê herêmê de tune ye, li ser 2 beşan serbest hatin berdan. Beşa yekem ji 43 kesan û beşa duyemîn ji 44 kesan pêk dihat. Vê yekê kêfxweşiyeke mezin li gel gelê herêmê çêkir.

Ji rûspiyên êla Bekîr Şêx Silêman Hemade got serbestberdana girtiyan li bejahiya rojavayê Dêrazorê cihê kêfxweşiya şêniyan bû.

Silêman Hemade diyar kir ku rûspiyên êlan niha bi hêzên ewlekariya hundirîn re di nava têkiliyan de ne da ku girtiyên ji bejahiya rojhilatê Dêrazorê ku destê wan di xwîna gelê herêmê de tune ye, serbest berdin.

Hemade di axaftina xwe de wiha anî ziman: "Şaneyên veşartî piştî ku herêm hatiye rizgarkirin, hewl didin bi rêya ku xwe tev li nava xwepşandanên ku banga başkirina aliyê xizmetguzarî, aramî û ewlehiya herêmê bikin. Lê wan şaneyan xwest temenê xwepêşandanan dirêj bikin. Tevliheviyê di navbera gelê herêmê de derxin. Em wek şêx û rûspiyên êlan divê em li hember dijminatiya hundirîn (şaneyên veşartî) yan jî yên derve yekgirtî bin."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser xwesteka rûspî  û şêxên êlên Ereban beriya niha 103 girtiyên ku alîkarî dabû çeteyên DAIŞ`ê lê destê wan di xwîna gelê herêmê de tune bû, serbest berdan.

(bx)

ANHA


Mijarên Din