Piştî meşa 30 km ciwan gihîştin Til Temirê

Meşa dirêj a ciwanên Serêkaniyê û bajarê Hesekê piştî 30 km gihîşt navçeya Til Temirê. Ciwanan piştrast kir ku dê heta rizgarkirina herêmên xwe ji dagirkerî û çeteyan li ber xwe bidin.

Ciwanên Serêkaniyê û Hesekê meşeke dirêj bi dirûşma "Em ê teqez bi ser kevin, em ê hedefên xwe pêk bînin" ya şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li dar xist. Meşa ciwanan ji Hesekê dest pê kir, piştî ciwanan 30 km bi meşê qut kir, gihîştin navçeya Til Temirê.

Dema ciwan gihîştin navçeya Til Temirê meşa wan bi meşaleyan dest pê kir, tê de dirûşmên bilindkirina berxwedan û azadiya rêber Ocalan hildan.

Meş li tevahî kolanên sereke ya bajêr pêk hat, lê dema gihaştin navendê bajêr a kolana Şehîd Demhat vegerî mêtîngê. Meşvanan deqeyek rêz girtin. Piştre endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya bajarê Serêkaniyê Evrîn Evîndar axivî û wiha got: "Meşa dirêj a ku îro hatiye lidarxistin, da ku em ji dewleta Tirk û çeteyên wê re piştrast bikin ku ciwanên Serêkaniyê li hember dagirkerî û çeteyên wê bê deng nemîn û dê heta rizgarkirina bajarê xwe û vegera li bajêr tê bikoşin."

Evrîn Evîndar wiha domand: "Em wek ciwan dê heta rizgarkirina tevahî herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine, li ber xwe bidin."

Evrîn Evîndar di dawiyê de got hemleya ku wan di dawiyê de bi navê "Em ê teqez bi ser kevin" dest pê kiriye dê hedefên wê bi zendên ciwan û berxwedana wan pêk bên.

Meş bi dirûşmên bangwaziya berxwedanê li hember dagirkeriyê û girtina dîlanê bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din