Piştî nimêja cejnê gelê herêma Firatê berê xwe da goristanên şehîdan

Piştî nimêja cejna Remezanê li mizgeftan, malbatên şehîdan û şêniyên herêma Firatê bi giştî berê xwe da goristanên şehîdan. Li Kobanê gel berê xwe da Goristana Şehîd Dîjle û Goristana Komkujiya 25`ê Hezîranê û li Girê Spî jî gel berê xwe da Goristana Şehîd Ehmed Teme.

KOBANÊ

Gelê herêma Firatê, malbatên şehîdan, fermandar, şervan û nûnerên Rêveberiya Xweser li Kobanê berê xwe da Goristana Şehîd Dîjle, Goristana Şehîdên Komkujiya 25`ê Hezîranê û Goristana Komkujiya Berxbotanê.

Her wiha şêniyên kantona Girê Spî jî berê xwe da Goristana Şehîd Ehmed Teme û gul danîn ser gorên şehîdan.

(kc)

ANHA


Mijarên Din