Piştî projeya kanalîzasyonê, wê li Şedadê rê werin zifitkirin

Şaredariya Gel a navçeya Şedadê, ji bo dest bi projeyên vê salê bike, bi hemû hêza xwe hewldana bidawîkirina projeyên kanalîzasyon ku di sala borî de danîbûn pêşiya xwe dike.

Di nava heft salên derbasbûyî de navçeya Şedadê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve rastî wêrankirinê hat, lê piştî  navçe ji aliyê QSD`ê ve hate rizgarkirin, meclisên herêmî û şaredarî hatin avakirin. Paşê, yekser şaredariyan dest bi projeyên sererastkirin û ji nû ve avakirina binesaziyên ku hatinbûn wêrankirin kirin. Ji van projeyan, projeya kanalîzasyonên girêdayî taxên navçeyê, yên ku rastî xerabiyê hatibûn.

Di vê çarçoveyê de, Hevserokê Şaredariya Gel a navçeya Şedadê Mihemd Salih destnîşan kir ku wan di dawiya sala 2018`an dest bi proyeyê kirine û wiha dewam kir: “Me proje dabeşî gelek qonaxan kirin, her wiha lêçûna her proeyekê 18 milyon lîreya Sûriyê ye. Proje bêhtirî xwe girêdayî destpêka taxên navçeyê yên bakur û başûr in.”

Salih di dewama axaftina xwe de diyar kir ku taxên bakur bi temamî bidawî bûne  û wiha dewam kir: “Di destpêka meha Hizîranê de, kilo metreya dawî ji taxên bakur bidawî bûn. Her wiha hezar û 200 m jî li taxên başûr bidawî kirine.”

Hevserokê Şaredariya Gel Mihemed Salih anî ziman ku piştî projeya kanalîzasyonê bidawî bibe, ew ê dest bi projeyên nû bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tê zanîn ku xetên kanalîzasyonê yên xerabûyî li pêşiya projeya ziftkirina rêyên navçeyê bûbû asteng. Di nava çend mehan de, dê dest bi ziftkirina 6 km ji kolanên navçeyê û sererastkirina rêyên ku rastî xerabiyê hatine bikin.”

(eh/kc)

ANHA


Mijarên Din