​​​​​​​Piştî qutbûna 7 mehan yekem rêwîtiya sivîlan li ser rêya M4

Li gorî lihevkirina QSD`ê bi hikumeta Sûriyê re û bi garantiya Rûsyayê, piştî qutbûna zêdetirî 7 mehan, yekemîn karwanê sivîlan li ser rêya M4 a navdewletî bi rê ket.

Piştî qutbûna rêya navdewletî ji dema êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 9`ê Cotmeha sala par de ji xizmetê derketibû, îro karwanê yekê di saet 9`ê sibehê de li ser rê dest bi rêwîtiyê kir.

Tê payîn ku rojane 4 karwanên sivîlan li ser rêya M4 bên birêketin. Rêwîtiya karwanan dê bi awayekî bi rêxistinkirî pêk bê, dê karwanek di saet 8`an de ji Eyn Îsayê bi rê keve û dî karwaneke din ji Til Temirê di heman saetê de bi rê keve. Piştre dê 2 karwanên din di saet 11`an de ji her du cihên navborî bi rê kevin û bi vê yekê dê rojane 4 rêwîtî pêk bên.

Piştî lihevkirina Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê û hêzên hikumeta Sûriyê bi garantiya Rûsyayê, ji bo sivikkirina barê sivîlan û hêsankirina tevgera wan rêya navdewletî M4 li çûn û hatine erebeyan sivîlan hat vekirin, ji ber ku ev rê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev ve girê dide.

Ajansa me ANHA`yê hevpeyvîn bi hin welatiyan re çêkir. Welatiyan ji ber ji nû ve vekirina rêya navdewletî spasiya QSD`ê kir.

Mustafa Mihemed wiha got: "Ez bi vekirina rê kêfxweş im, ji ber ku em tim diçin Qamişlo û tên. Beriya vekirina vê rêyê, me 9 saetan rêwîtî dikir û em pir diwestiyan. Niha barê me sivikktir bû."

Di heman der barê de, ajokarê erebeyeke veguhestina kel û pelan Loey Ebdulcebar Spasiya QSD`ê kir ku ji bo vekirina rêya navdewletî ket nava hewldanan û rê hat vekirin. Ebdulcebar diyar kir ku wan ji ber bikaranîna rêya "Ebyed" gelek zehmetî dikşand û erebeyên wan zerar didîtin, lê niha ew ji zehmetiyên rêyê xilas bûn.

Piştî qutkirina rêya navdewletî û piştî ku hin erebeyên sivîlan ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve rastî topbaran û diziyê hatin, Rêveberiya Xweser rêya "Ebyed"a di navbera Reqa û Hesekê de vekiribû.

Hêjayî gotinê ye ku ji bo parastina ewlehiya sivîlan dê 5 nuqteyên çavdêriyê li ser rêya navdewletî bi dirêjahiya 1 km di navbera navçeya Eyn Îsa û Til Temirê de bi çavdêriya Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên hikumeta Sûriyê bên avakirin. Li gorî lihevkirinê nabe ku tu bendên kontrolê li ser rêyê di dirêjahiya 1 km ku hatiye diyarkirin de, bên danîn.

(cx)

ANHA


Mijarên Din