Piştî rojekê ji ragihandina Meclisa Leşkerî ya Holê, 110 şervan tevlî bûn

Piştî rojekê ji ragihandina Meclisa Leşkerî ya Holê, 110 şervan ji pêkhateyên Ereb tevlî Meclisê bûn. Di heman demê de beşdarî perwerdeya akademiya bi navê dewreya Şehîd Gabar Seqar bûn.

Îro li navçeya Til Birak a girêdayî kantona Qamişlo bi merasîkê, Akademiya Şehîd Şiyar a Leşkerî bi beşdarbûna 110 şervanên pêkhateya Ereb dewreya yekem hat vekirin. Balkêşe ku piştî rojekî ji avakirina   Hêzên Meclisa Leşkerî ya Beşa Holê 110 şervan beşdarî Meclisê bûn.

Dewre bi navê şehîd Gabar Seqar bi nasnav Weid Seiran Hemûd hat vekirin. Şehîd Gabar Seqar şervanê QSD’ê bû û di pêngava rizgarkirina Dêrezorê de şehîd bûbû. Dewre dê 45 rojan bidome. Tê de şervan dê waneyên bîrdozî, siyasî û leşkerî bistînin.

Merasîma vekirinê, bi torenek leşkerî ji aliyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Beşa Holê destpê kir. Dûvre fermandarê akademiyê Ronak Ereb axivî û avakirina Meclisa Leşkerî ya Beşa Holê û tevlibûna şervanên nû pîroz kir.

Şervan Mêzer ji şêniyên navçeya Til Koçerê ye ku tevlî Meclisa Leşkerî ya Beşa Holê û dewreya perwerdeyê bûye. Mêzer got: “Armanca tevlêbûna  Akademiya Şehîd Şiyar a bi dewreya Şehîd Gabar ew e ku sûdê ji metodên şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan wergirim. Li ser rêça şehîdan ji aliyên moral, siyasî û fikrî de bimeşim."

Şervan Frat Sekar jî diyar kir ku ew tevlî Meclisa Leşkerî ya Beşa Holê û dewreya perwerdeyê bûye da ku pisporiya leşkerî bistîne, sûdê ji wane û hevpeyvînên fikrî bigre.”

(fr)

ANHA


Mijarên Din