Piştî êrîşa li Şerayê şer rû da: Herî kêm 7 çete hatin kuştin

Piştî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên li gundên navçeya Şerayê şerên dijwar di navbera Hêzên Rizgariya Efrînê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de rû didin. Li gorî agahiyên destpêkê di herî kêm 7 çete hatin kuştin.

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku piştî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser gundên Malikiyê, Merenaz û Şewaxra yên navçeya Şera ya Efrînê di navbera çeteyan û Hêzên Rizgariya Efrînê şer rû da.

Li  gorî agahiyên destpêkê di şerê li gundên Şewarxe û Malikiyê de de herî kêm 7 çeteyên Cebhet El-Şerqiya û Asîfet El-Şemal hatin hatin .

Şer heta niha didome.

ANHA


Mijarên Din