Piştî êrîşên li dijî Aramcoyê buhayê petrolê bilind bû

Piştî avahiyên petrolê yên li Erebistana Siûdiyê roja yekşemê hatin şewitandin û bandor li zêdetirî ji ji sedî 5 ji veberhênana petrola cîhanê kir, buhayê petrolê ji sedî 15 zêde bû.

li gorî Reutersê buhayên petrola xam a Amerîkayê ji sedî 15 bilind bû û buhayê bermîlekê gihişte 63.34 dolar.

Îro serokê Amerîkayê Donal Trump got ji ber êrîşên li dijî petrola Erebistana Siûdiyê, heke pêwîstî bi petrolê çêbe, bila ji depoya petrola stratejîk pêdiviyên xwe wergirin.Trump li ser Twitterê jî tekez kir.

Komên Ensarellah El-Hûsî di demên derbasbûyî de berpirsyariya êrîşa li ser 2 avahiyên petrolê yên Erebistana Siûdiyê yên şîrketa Aramcoyê yên li parêzgeha Beqîq û Hecret Xerîs ên li herêma rojhilatê Erebistana Siûdiyê girte ser xwe.

Berdevkê hêzên çekdar ên Koma Ensarellah El-Hûsî Yehya Serî bi daxuyaniyekê got bi 10 firokeyan êrîşî rafîneriyên Beqîq û Xerîs a li rojhilatê Siûdiyê kirine.

Yehya Serî di daxuyaniya xwe de wiha got: "Êrîşkirina Beqîq û Xerîs ji mezintirîn operasyonên li dijî Erebistana Siûdiyê ne û wekî proseya hevsengiya bersiva duyemîn hate binavkirin."

(eh)


Mijarên Din