Piştî Şehbayê ambargo danî ser Şêxmaqsûd û Eşrefiyê jî

Hikumeta Şamê careke din ambargo danî ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û nahêle ku madeyên bingehîn û sotemenî derbasî her du taxan bibin.

Ji beriya nêzî 15 rojan ve hikumeta Şamê careke din ambargo danî ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê. Bendên kontrolê yên hêzên hikumetê, nahêlin madeyên bîngehîn mîna sotemenî, ard û madeyên xwarinê derbasî her du taxan bibin. Şênî jî ji vê yekê nerazî ne û bang li hikumetê dikin ku dev ji vê siyaseta xwe berde.

`NE CARA YEKÊ YE`

Ev ne cara yekê ye ku hikumeta Şamê ambargo datîne ser wan taxan. Dixwaze bi wê yekê peyamekê bide ku yê bi zora çekê serî netewand dê bi ambargoyê serî bitewîne. Hikumet vê siyasetê li ser gelek herêmên ku ji destpêka aloziyê ve ne di bin kontrola wê de ne, dimeşîne.

Derbarê mijarê şêniya bi navê Hêlan Mihemed got: “Hikumeta Şamê bi hinceta ku ev tax ne di bin serweriya wê de ne, ambargoyê li ser taxên me ferz dike.”

Bendên ewlehiyê yên girêdayî Furqeya 4'an ya hikumeta Şamê dem dem bi zanabûn koorîdoran digire û baçên mezin dixwaze. Herî dawî ji beriya 15 rojan ve nahêle ku madeyên bingehîn derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibin.

Bac li gorî cureyên madeyên ku derbasî taxê dibin, tê guhertin. Li gorî hinek bazirganan, baça sehrîca mazotê digihêje 4 milyon lîreyên Sûriyê.

REWŞA GEL

Bi pêkanîna qanûna Qeyser re di 17`ê Hezîranê de, rewşa gelek malbatên di taxê de dijwar bûye, bi hatina zivistanê re jî nikarin madeyên bingehîn peyda bikin.

Şêniyê bi navê Semîr Ebdo diyar kir ku di sûka reş de lîtreya mazotê digihêje hezar lîreyên Sûriyê û ji ber rewşa aborî ya xirab şênî nikarin mazotê bi vê nirxê bikirin û got: “Qanûna Qeyser li şêniyan ferz bû ne li hikumetê.“

Şêniyê bi navê Serhed Mihemed jî îşaret pê kir ku piraniya niştecihên taxê xizan in û di peydakirina pêdiviyên bingehîn de gelek zehmetiyan dikişînin.

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li her malbatekê 100 lître mazot bi buhaya 19 hezar lîreyên Sûriyê belav dike. Komîteya Xizmetgûzariyê heta niha derdora 262 hezar û 169 lître mazot li şêniyên taxê belav kiriye.

Hêlan Mihemed got: “Em nikarin miqdara pêwîst ji maoztê peyda bikin, ji lewra heta niha me sobe vênexistiye. Em şevên zivistanê yên dirêj bê kehrebe derbas dikin.”

ŞÊNÎ DIXWAZIN KOORÎDOR BÊN VEKIRIN

Hêlan xwest ku ev pirsgirêk çareser bibe nexasim bi belavbûna Koronayê re ku divê her kes di malên xwe de bimîne.

Semîr Ebdo jî bang li rêxistinên navneteweyî kir ku mudexele bikin û koorîdoran vekin da ku madeyên bingehîn derbasî taxê bibin û wiha domand: " Zarok û kesên tememenzin nikarin sermaya zivistanê tehemul bikin."

Hikumeta Şamê ambargo li ser kantona Şehbayê jî daniye. Siyasetên xwe li dijî şêniyên Efrînê didomîne û nahêle madeyên bingehîn û xwarin derbasî kantonê bibe.

(şx)

ANHA


Mijarên Din