Piştî sererastkirinê ji nû ve kehrebe li 18 gundan vegerî

Komîteya Kehrebeyê ya navçeya Til Hemîsê stûnên kehrebeyê yên ku zirar di encama şewatên li navçeyê de dît, sererast kirin û kehrebe dîsa gihaşt 18 gundên herêmê. Hê jî restorakirina stûnên zirar dîtine, didome.

Bi dehan stûnên li navçeya Til Hemîsê di encama şewatên zeviyên çandiniyê yên demên dawîn de şewitîn. Bi wê re jî kehrebe li ser bi dehan gundan qut bû.

Komîteya Kehrebeyê ya navçeyê piştî rewşa awarte li herêmê û hakimiyeta li ser vemirandina şewatan, lez da xebatên sererastkirina stûnan. Di vê çarçoveyê de Komîteya Kehrebeyê li navçeya Til Hemîsê 35 stûn li şûna stûnên ku zirar di encama şewatên zeviyên çandiniyê de dîtin, bi cih kirin.

Komîteyê 13 stûnên bi hêzên bilind li gundên Şiwêre, Meslûse Mehos, Ebû Tiwêne, Mezret Uwêd, Kîsar, Xenamiyê, Husêniye, Xirbit Hatim û Til Ehmed bi cih kirin û 3 stûnên din jî li gundên Umrî, Betşan û Mezret Uwêd danîn.

Li aliyekî dîtir jî 19 stûn li gundên Haciya Sexîra, Til Xelîl, Metîniyê, Şermox Kebîr, Kibêbe Başûr û Kibêbe Wista (Navîn) danîn.

Hê jî tîma sererastkirinê ya Komîteya Kehrebeyê xebata sererastkirina zirarên tora kehrebeyê didomîne.

Bi hezaran hektarên zeviyên çandiniyê yên li herêma Cizîrê ji hêla aliyên nenas ve ku tê tehmînkirin ku şaneyên razayî yên girêdayî çeteyên DAIŞ’ê ne, hatin şewitandin. Zeviyên çandiniyê yên şêniyan rastî zirarên mezin hatin û ji wê jî zêdetir zirarên madî yên milkiyetên giştî jî çêbûn.

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din