Piştî Sûriya derbeyên giran ji Tirkiyê re li Lîbyayê

Mudirê şêwiriya manewî ya fermandariya giştî ya artêşa Lîbyayê Xalid El-Mehcûb di daxuyaniyekê de ji Arabiya net re got, di encama topbarana hêzên artêşê li dijî bargeha Matîqa şeva Çarşemê herî kêm 7 leşkerên Tirk hatin kuştin. Ji aliyekî din ve piştî ku kuştina leşkerên Tirk li Idlibê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan banga lidarxistina civînên awartê kir.

Berpirsê beşa çapemeniya şer a girêdayî fermandariya giştî ya artêşa Lîbyayê diyar kir ku artêşê şeva Sêşem Çarşemê piştî çend saetan ji xistina balafira Tirkiyê ji cureya Bêriqdar li başûrê Trablusê bi topbavêjan odeya operasyonên efserên Tirk li bargeha Batîqa li Terablusê topbaran kiriye.

Heman çavkanî ji Arabiya net re hebûna efserê Tirk di kêliya topbaranê de piştrast kir, bi taybet ji ber ku leşkerên Tirk berpirsên bikaranîna balafirên Tirkiyê yên cureya Bêriqdar.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di hefteya borî de kuştina leşkerên Tirk li Lîbyayê di topbarana artêşa Lîbyayê de li dijî keştîgeha Trablusê piştrast kiribû.

Li Sûriyê jî li gorî ajansa Reuters`ê li ser zimanên çavkaniyên ewlehî Tirk ragihand ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan civînek awarte girêdayî Idlibê li bakur rojavayê Sûriyê bi rêve biriye.

Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Helusî Akar, wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşoglu, serokê istixbarata watanî Hakan Fîdan û serokê desteya artêşa Tirkiyê Yaşar Guler tev li civînê bûn.

Girêdayî heman mijarê wezareta derve ya Tirkiyê got wezîrê derve Mewlûd Çavuşoglu bi sekreterê giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg re axiviye.

Her wiha wezîrê parastinê Helûsî Akar roja pêncşemê bi rêya telefonê bi hempêşiyê xwe yê Amerîkî re Mark Esper girêdayî rewşa Idlibê li rojavayê Sûriyê axivîye.

Ev geşedan piştî ragihandina kuştina bi dehan leşkerên Tirk bi guleya hêzên rejîma Sûriyê hatin.

(şx)


Mijarên Din